Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlanço eşkere kir: 53 çete hatin kuştin 2023-09-10 15:35:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter parve kir û da zanîn ku di pevçûnan de 53 endamên komên paramîlîter hatine kuştin û 127 jî birîndar bûne.  Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî gundewarên Minbicê û hedefgirtina jîngehan daxuyaniyek parve kir. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyanî parve kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); meclisê destnîşan kir ku dewleta tirk piştî destpêkirina operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya li Dêrazorê, ji bo ku piştgiriyê bi komên paramîlîter re êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kirin.   53 ENDAMÊN KOMÊN PARAMÎLÎTER HATIN KUŞTIN   Bi domdarî Meclisa Leşkerî da zanîn ku di encama bersivên hêzên wan de 53 endamên komên paramîlîter hatine kuştin, 127 jê hatine birîndarkirin, 9 wesayît û panzêr hatine rûxandin û hêzên wan dest danîne ser gelek çek û cebilxaneyan. Meclisê daxuyand ku di nava cenazeyên kmên paramîlîter de endamên DAIŞ’ê hebûn û wiha got: “Nîşaneyên rêxistina terorîst ên li ser cilên wan ev yek piştrast kir. Piştî têkbirina êrişan, çete reviyan.”   3 ENDAMÊN MECLISÊ JIYANA XWE JI DEST DAN   Meclisê, destnîşan kir ku 3 şervanên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane, 6 şervan birîndar bûne û endamekî hikûmeta Şamê mirî ye û 4 jî birîndar bûne.    Bi domdarî di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Di dema êrişên li dijî gundewarên Minbicê de, bombeyek bi erebeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve teqiya û 4 endam şehîd bûn. Her wiha bombeyek bi erebeya endamê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî Bozan Osman ve hate teqandin û Bozan Osman şehîd bû. Her wiha di êrişan de 5 sivîl şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn. Çeteyan 2 sivîl ji gundê Mehsenliyê revandin.”    ‘HEMÛ ÊRIŞ HATIN TÊKBIRIN’    Daxuyanî wiha dom kir: “Di êrişên li dijî jîngehan de çekên giran bi kar anîn. Lewma gelek sivîl bûn qurbanî û ziyanên mezin gihiştin mal û milkên wan û binesaziya herêmê. Lê tevî êrişên dijwar û hedefgirtina sivîlan jî şervanên me bi lehengî li ber xwe dan û hemû êriş têk birin. Nehiştin çete yek bostê nêzî axa me bibin. Em şervanên xwe silav dikin û spasiya xelkê Minbicê dikin ku di aliyê manewî de piştgiriya hêzên me kir. Her wiha ciwanên Minbicê silav dikin ku cihê xwe di eniyên şer de girtin û li rex hêzên me yên leşkerî li ber xwe dan.    BÎLANÇOYA ŞER Û PEVÇÛNAN   Bîlançoya giştî ya êrişên çend rojên dawîn wiha ye: “53 endamên komên paramîlîter hatin kuştin, 127 jê birîndar bûn, 9 erebe û panzer hatin rûxandin, 6 çekên doçkayê hatin rûxandin, 61 bendên komên paramîlîter hedef hatin girtin, 5 cenazeyên komên paramîlîter hatin desteserkirin, balafireke keşfê hat xistin, 7 çekên kalaşnîkofê hatin desteserkirin, 2 çekên BKC, topavêjek B7, bêtêlek, 5 topên B7, 5 mexzenên kalaşnîkofê, sindoqek guleyên BKC’yê, çekeke Lavê û 2 balafirên bêmirov hatin rûxandin. Her wiha leşkerekî rejîma Sûriyeyê hate kuştin, 4 leşkerên rejîmê birîndar bûn, 5 sivîl şehîd bûn, 4 sivîl birîndar bûn, 2 sivîl ji aliyê çeteyan ve hatin revandin, 3 şervan şehîd bûn, 6 şervan birîndar bûn.”   Herî dawî jî Meclisa Leşkerî gundên hatine hedefgirtin wiha rêz kir: “Kilkawî, Um Edese, Yaşlî, Ereb Hesen, Mehsenlî, Ewn Dadat, Elqane, Yanlî, Boyhic, El Bûgaz, Siyade, Mihêmîd, El Tûgax, El Cat û Kohyûk.”