Bul ê tehliye bûyî: Ji bo qeyûm were tayînkirin hatim girtin 2023-09-10 11:54:39 DÊRSIM - Hevşaredarê Dêrsimê yê berê Mehmet Alî Bul ku hate berdan diyar kir ku ji bo tayînkirina qeyûm hinceta were afirandin hatiye girtin.  Hevşaredarê Dêrsimê yê berê Mehmet Alî Bul di sala 2016’an de hate binçavkirin û girtin. Piştre jî li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Bul, di 5’ê îlonê de hate berdan. Bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 8 sal û 9 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn û di 6’ê hezîranê de cezayê xwe temam kiribû. Lê belê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê bi hinceta “halnebaşiyê” tehliyeya wî ji bo 3 mehan taloq kiribû.    Bul, diyar kir ku tayînkirina qeyûman û girtina hevşaredaran bi saîkên siyasî tên kirin û wiha got: “Nexwe tu mantiqeke 8-10 sal cezayê hefsê yê li rêveberekî herêmî tune ye.”    LIJNEYÊN RÊVEBERÎ Û ÇAVDÊRIYÊ   Bi domdarî Bul bal kişand ser sepanên li girtîgehê û ev tişt anî ziman: “Tecrîdkirina 2 kesan 5 salan dom kir. Me nekarî mafên xwe yên sihbet û sporê bi kar bînin. Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê li gorî siyasetê biryaran didin. Xwe dixin şûna dadgehê û biryaran didin. Ev rast nîne. Rêbazekî adilane nîne. Pêvajoyek heye ku memûrên li girtîgehê biryarê didin. Hêvîdarim di zûtirin demê de bê rakirin.”    'ZEXTA LI SER VÎNA GEL E’   Bul, polîtîkaya qeyûm weke “zexta li ser vîna gel” şîrove kir û axaftina xwe wiha qedand: “Tayînkirina qeyûman êdî veguheriyê girêkê. Divê ji bo çareserkirina vê pirsgirêka 40 sal in didome her kes bi aqilane tevbigere. Were 100 şaredariyan bi dest bixe û bila di roja duyemîn de qeyûm lê bên tayînkirin. Wê demê tu wateya wan namîne. Heke Partiya Çepên Kesk hilbijartinan boykot bike, dê ji tayînkirina qeyûmên berê re bibe bersiv û çareserî pêş bikeve.”