Li Kocaeliyê 13 kes hatin binçavkirin 2023-09-10 10:40:48   STENBOL - Polîsan bi ser pêşandana fîlm a Mala Semt a Azadiyê ya TKP’a Kocaeliyê de girtin û 13 kes binçav kirin.    Mala Semtê ya Azadiyê ya TKP’a Kocaeliyê li Parka Muhlîs Akarsu ya Taxa Înonu ya navçeya Gebzeyê fîlam pêşan da. Di dema pêşandanê de polîsan bi ser parkê de girtin û 13 kes binçav kirin.    Sekreterê Giştî yê TKP’ê Kemal Okuyan têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û xwest ku hemû kesên hatine binçavkirin tavilê bên berdan.