Ji ber HDP'î ye ji kar hat derxistin 2023-09-10 09:08:28   MÛGLA - Rabîa Oz ku ji ber HDP'îbûna xwe ji kar hat derxistin, ragihand ku karmend jê re gotiye; "Ez tirk im, ez kesên li hemberî dewleta xwe li cem xwe qebûl nakim."    Rabîa Oz (21) ku li navçeya Ortaca ya Mûglayê li Otêla Nish Cariayê dixebitî, ji ber ku tev li civîna Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûglayê bû, ji kar hat derxistin. Oz ku nêzî sal û nîvekê li otêlê xebitî, di 23'yê tebaxê de tev li civîna Meclisa Jinan a HDP'a Mûglayê bû û wêneyê li partiyê li ser medyaya dijîtal belav kir. Piştî vê berpirsê qatan ê otêlê jê re gotiye "tu terorîst" î û rastî mobbîngê hat. Piştî ku peywirdarên qatan vê yekê ji xwediyê otêlê Alî Murşît Yagmûrlû got, Yagmûrlû jî Oz ji kar derxist.   Oz, diyar kir ku ew HDP'î ye û tev li civîna Meclisa Jinan bûye û got, bi rojan hedef hatiye girtin. Oz, bilêv kir ku paşê berpirsê qatan vê yekê ji kardêr re gotiye û wiha domand: "Ji ber vê kardêr peyameke wekî 'Ez tirk im, ez kesên li hemberî dewleta xwe li cem xwe qbeûl nakim.' şand. Êvara 1'ê îlonê jî gazî min kir. Ez çûm cem wî, ji min re got 'tu beşdarî civînên siyasî dibî.' Min jî got, 'Beşdar dibim, çi bûye?' Ji min re got, 'Ez nahêlim kesên wiha li cem min bixebitin. Ger dilê te û xebatê hebe, divê tu dest ji wir berdî. Ez tirk im, ez kesên li hemberî dewleta xwe li cem xwe qbeûl nakim' û ez ji kar derxistim."    Oz, da zanîn ku kardêr di heman demê de Serokê Yekitiya Otêlên Dalyanê ye jî û wiha pê de çû: "Tiştên hatine kirin bêedaletî ne. Jixwe betalî heye. Û gava mirov jin be debarî zehmet e. Tenê ji ber ku HDP'î me, ez ji ber fikrên min ên siyasî ji kar derxistim. Lê em ê bi hev re vê pergalê biguherînin. Ji bo vê jî çi ji destê min bê ez ê bikim."    Xwediyê Otêlê Alî Murşît Yagmûrlû jî îdia derewand û derpêş kir ku Oz 'ji ber ku disiplîn binpê kiriye' ji kar hatiye derxistin.   MA / Delal Akyuz