Hejmara cenazeyên li Goristana Bêkesan a Şirnexê bû 21 2023-09-10 09:02:52   ŞIRNEX - Cenazeyên 7 endamên HPG’ê yên di dîrokên cuda de li çoltarê Şirnexê jiyana xwe ji dest dayîn li Goristana Bêkesan hatin definkirin.    Cenazeyên 7 endamên HPG’ê yên di şer û pevçûnên mehên tîrmeh û tebaxê yên li çoltarê Şirnexê de jiyana xwe ji dest dayîn ku anîbûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, li Goristana Bêkesan hatin definkirin.    Hat zanîn ku di nava vê pêvajoyê de 3 malbat ji bo teşhîskirina cenazeyên zarokên xwe hatibûn Şirnexê û mînakên xwînê dan. Hat diyarkirin ku hinek cenazeyên anîn morgê bi tevahî şewitî ne lewma malbatan nekarîn teşhîs bikin. Cenazeyên anîbûn morgê piştî 15 rojan li Goristana Bêkesan a Avahiyên Afetê hatin definkirin.    7 jê nû bi giştî 21 cenaze li Goristana Bêkesan hatine definkirin.