Li gelek bajaran protesto: Çalakiya Dayikên Şemiyê ne sûc e 2023-09-09 15:23:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên ÎHD’ê ku binçavkirin û astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê protesto kirin, diyar kirin ku hatina bahev ne sûc e.    Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê yên her hefte bi daxwaza aqûbeta windakiriyên xwe bipirsin û faîl bên darizandin li Qada Galatasarayê tên cem bahev çalakiya xwe ya 963’yemîn li dar xistin. Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara “binpêkirinê” daye jî 23 hefte ye çalakiya Dayikên Şemiyê bi hinceta biryara “qedexe” ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê tê astengkirin. Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek bajaran bi daxuyaniyan astengkirina Dayikên Şemiyê protesto kirin.   RIHA   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Rihayê ji bo piştgiriya çalakiya Dayikên Şemiyê li avahiya xwe daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Em dev ji lêgerîna windayên xwe, ji Qada Galatasarayê û daxwaza xwe ya edaletê bernadin” dinivîsî hat daliqandin. Parazvanên mafên mirovan û nûnerên saziyên sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn.    Hevserokê Şaxa ÎHD’a Rihayê Îsmaîl Tûtal ku metna daxuyaniyê xwend bal kişand ser binçavkirina Dayikên/Mirovên Şemiyê û wiha got: “Çalakî û meş mafekî qanûnî ye. Lê mafê dayikên şemiyê yê çalakiyê tê binpêkirin.  Astengkirina dayikên şemiyê yek jî binpêkirina mafan e. Em ji Wezîrê Dadê ku dozger giradayî wî ne û Wezareta Karên Hûndirîn ku polîs giredayî wî ne dipirsin tevî ku delîlên sûc pêk nehatinê hûn çi ma Dayikên Şemiyê binçav dikin?  Lê em li dijî van êrişan dev jî têkoşîna xwe ya edaletê bernedin. Em Kenan Bîlgîn ku di 12’ê Îlonê 1994’an de li Enqerê hat binçavkirin û piştrê jî hat windakirin û hemû windayên xwe ji bîr nakin.”   WAN    Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê jî ji bo piştgirî bidin Dayikên Şemiyê/Mirovan li Wanê di hefteya 963’yemîn de xwestin daxuyaniyê bidin. Lê wekî her hefteyê vê heftê jî bi hinceta qedexeya walîtiyê destûr nehat dayîn ku daxuyanî bê dayîn. TUHAY-DER, Serhat GOÇ-DER, OHD û gelek parazvanên mafên mirovan tevli daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla endama lijneya Rêvebiriya Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Ayten Kiran ve hat xwendin.   Kiran, anî ziman ku Dayikên Şemiyê her roja şemiyê di şert û mercên ku qedexeya îşkence û muameleya xerab binpê dike de tên binçavkirin û got ku dema ku delîlên xurt hebin ku mirov sûc kiriye, biryara binçavkirinê dikare were dayîn. Ayten, axaftina xwe wiha domand: “Di serî de Dadgeha Destûra Bingehîn, astengkirina Dayikên Şemiyê binpêkirina mafan e û di hevdîtinên wan de hêmaneke sûc nîne. Em ji dozgerên ku girêdayî Wezîrê Dadê ne dipirsin û li benda bersivekî ne; tevî ku hêmanên sûcdar tune ne çima em tên binçavkirin?    Ji ber ku ji aliyê qanûnî ve ne mimkun e ku biryara binçavkirinê bi mebesta tirsandin, rêgirtin an jî rûreşkirina mirovan were dayîn, gelo we erka xwe ya pêkanîna hemû kiryar û danûstandinên xwe li gorî serweriya qanûnê rawestandiye? Em ê serî li ber vê feraseta ku zagon, hiqûq û edaletê nas nake, sazûmaniya sazûmanî ya dewletê xera dike û bi pêkanînên kêfî dixwaze civakê tengav bike, serî netewînin.    Em ê bi bîr bînin ku yên ku dewletê bi rê ve dibin, di hemû tevger û kiraran erka wan a girêdayî hiqûqê bimînin. Em ê dev ji lêgerîna hezkiriyên xwe yên ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewletê ve hatin binçavkirin, bernedin. Em ê israr bikin ku hemû îmkanên hiqûqê ji bo gihîştina winda û edaleta xwe bi kar bînin.  Em ê Kenan Bîlgîn ê ku di 12’yê Îlona 1994’an de hat windakirin û hemû windayên xwe ji bîr nekin.”   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.   EDENE   Şaxa ÎHD’a Edeneyê, bi armanca piştgiriya Dayikên Şemiyê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de metne daxuyaniya çapemeniyê yê hevpar Sekretera Şaxa ÎHD’a Edeneyê Havîn Olmez xwend.    Olmez, bal kişand ser astengkirin û binçavkirina Dayikên Şemiyê û wiha got: “Em ê li dijî vê feraseta ku bi pêkanînên keyfî armanc dike civakê bitepisîne serî netewînin. Em ê dest ji hezkiriyên xwe yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine binçavkirin û windakirin bernadin. Ji bo xwe bigihînin windayan û edaletê em ê israr bikin ku hemû derfetên xwe bi kar bînin.”   Olmez, diyar kir ku dê Kenan Bîlgîn ê di 12’ê îlona 1994’an de hate binçavkirin û windakirin û dosyaya wî hate girtin û hemû windakiriyan ji bîr nakin.    Şaxên ÎHD’ê yên Şirnex, Mêrsîn û Îzmîrê jî bi daxuyaniyeke hevpar astengkirin û binçavkirina Dayikên Şemiyê şermezar kirin.