Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin 2023-09-09 12:49:16   AMED - Li navçeya Peyas û Licê yên Amedê polîsan bi ser malan de girtin û 2 kes binçavkirin.    Polîsan li navçeya navendî ya Peyas û navçeya Licê ya Amedê bi ser malan de girtin û 2 kes binçavkirin. Polîsan di serdegirtina maleke li dora 500 Evler a navçeya Peyasê ciwanê bi navê Muhammed Altinkaya (23) li navçeya Licê jî dema di înşaetê de dixebitî Hêja Kaya di saetên serê sibê de binçavkirin.    Altinkaya yê sedema binçavkirina wî nehate zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Nehate zanîn ku Hêja Kaya birine ku derê.