Li Girtîgeha Panosê îşkence: Dema qala îşkenceyê dikir telefonê qut kirin 2023-09-09 11:56:29   AGÎRÎ - Hat ragihandin ku li Girtîgeha Panosê gerdiyanên mêr îşkence li jinên girtî yên polîtîk kirin e. Seyhan Kayitbey a ku îşkence li keça wê Mizgînê hatiye kirin got: “Kêliya ku keça min qala îşkenceyê dikir, telefonê qut kirin. Divê êdî em li ber rabin ser pêya.”   Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer jinên girtî yên siyasî ne û li Girtîgeha Panosa Agiriyê ya Tîpa L’yê tên ragirtin. Hat zanîn ku di 31’ê tebaxê de gardiyanên mêr çûne jimartinê. Van jinên girtî yên navborî îtîrazî vê jimartinê kirin e û diyar kirin e ku gardiyanên mêr nikarin jimartinê û lêgerînê li odeyên jinan bikin. Piştî bûyerê bi rojekî jinan xwest bi dozgeriyê re hevdîtin bikin lê daxwaza wan hat redkirin. Jinên girtî ji bo sepanên li ser xwe protesto bikin, li deriyên qawîşên dan û çalakî kirin. Nêzî 40 gardiyên mêr avêtin ser qawîşê û nêzî 40 deqîqeyan îşkence li girtiyan kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestixistin, jinên girtî 4 saetan bi “bene berazan” hatine girêdan û li odeya sekinandinê hatine rawestandin.    Ji girtiyên bi îşkenceyê re rû bi rû man Mizgîn Kayitbey bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û xwest qala îşkenceya li wan hatiye bikin lê telefona wê hat qutkirin. Hat zanîn ku Mizgînê 6 deqîqe hevdîtinê li gel dayika xwe Seyhan Kayitbey kiriye. Seyhan Kayitbey ji ajansa me re axivî û qala tiştên keça wê jê re aniye ziman kir.    ‘DEMA QALA ÎŞKENCEYÊ KIR, TELEFONÊ QUT KIRIN’    Kayitbey da zanîn ku ew ji bo hevdîtina vekirî çûne girtîgehê û midûrê girtîgehê û gardiyanan ji wan re gotiye, “hûn dereng man e” û hevdîtina wan hatiye astengkirin. Kayitbey anî ziman ku ew dereng nemane û di dema xwe de çûne hevdîtinê û wiha got: “Lê belê dîsa jî midûr û dozger gotin, ‘hûn dereng mane’. Me gelek hewl da ku hevdîtinê bikin lê belê destûr nedan. Bêyî ez keça xwe bibînim vegeriyam. Keça min roja înê telefonî me kir û tenê 6 deqîqe axivî. Jixwe kêliya ku keça min qala îşkenceyê kir, telefonê li ser rûyê me qut irin. Keça min got ku îşkenceyek giran li wan hatiye kirin. Ev sê çar meh in midûr guherî ye. Midûrê nû tenê îşkence, tacîz û êrişan li ser girtiyan pêk tîne. Dema girtiyan dibin nexweşiyan tedawiyek li ser pêya li wan tê kirin û wan dişînin hepsê.”   ‘DIVÊ QÊRÎN Û HAWARA WAN BÊ BIHÎSTIN’    Kayitbey destnîşan kir ku keça wê 15 roj berê ji hucreyê derketiye û wiha axivî: “Nikarin avê jî vexwin. Tu cihekî wan saxlem nemaye. Di ser û laşê wan de şûna jopan heye. Keça min got ku armanca girtîgehê ew e ku di bin navê lêgerînê de îşkence, tacîzê bikin û serî li girtiyan bitewînin. Çar meh in bi her cure muameleya xerab re rû bi rû dimînin. Keça min wiha got, ‘Êdî li ber vê zilma wan bêdeng nemînin, serî rakin, em li vir dimirin û dixwazin me bikujin. Rewşa me gelek xerab e, bêdeng nemînin, hemû parlamenteran û raya giştî hişyar bikin. Êdî deqîqeyek, saniyek mayîna li vir nemaye’. Divê qêrîn û hawara zarokên me were bihîstin. Heke kes li rewşa zarokên me nepirse, hewce bike em ê li ber hepse, li ber Meclis û Wezareta Dadê çalakiyan li dar bixin. Êdî tu tiştek em ê winda bikin namaye, keça min her roj li girtîgehê bi gefên kuştinê re rû bi rû ye. Hovîtî û îşkenceyê li girtiyên me dikin. Tiştek bi girtiyên me were, mesûlên wê midûr û dozgerên girtîgehê ne.”