Li atolyeya tekstîlê şewat derket 2023-09-09 11:05:34   AMED - Li atolyeyeke tekstîlê ya li Taxa Şeyh Şamîl a navçeya Rêzanê şewat derket.    Li atolyeyeke tekstîlê ya li ser Cadeya Cengîzler a li Taxa Şeyh Şamîl a navçeya Rezan a Amedê şewat derket. Piştî şewata di saetên serê sibê de derket û sedemê wê nehate zanîn li atölyeye teqîn pêk hat.    Avahiya ku şewat lê derket hate valakirin. Di encama mudaxilekirina tîmên agirkujiyê şewat hate kontrolkirin.