Ji ber gotina 'dê AKP-MHP hesab bide' doz li Leyla Guven hat vekirin 2023-09-09 09:04:26   AMED - Ji ber gotinên "Dê AKP-MHP hesab bide" û "ji bo hesab bidin em ê li ber xwe bidin" bi îdiaya "di warê kîn û dijminatiyê de tehrîkirina gel" doz li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat vekirin.    Bi îdiaya "di warê kîn û dijminatiyê de tehrîkirina gel" der barê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a di Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan de doz hat vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Silopiyê ji ber axaftinên Guven yên di 18'ê tebaxa 2020'an ên li navçeya Silopiya ya Şirnexê, îdianame amade kir. Îdianame bi îdiaya "di warê kîn û dijminatiyê de tehrîkirina gel" hat amadekirin û ji aliyê Dadgeha Ceza ya Asliye ya 3'yan a Silopiyê ve hat qebûlkirin.   Dozgeriyê di îdianameya xwe de parast ku van gotinên Guven "Dê hesabê agirê miseletî me dibe, agirê bi ser me de tê, agirê xwe li dilê gelê Kurdistanê girtiye bê pirsîn. Ger AKP û MHP îro derkevin ewran jî, sed sal jî derbas bibe dê hesabê vê yekê bidin. Dê ji wan re nemîne. Dê kurd hesabê vê yekê bipirsin. Dibêjin jixwe gava ev ji vê cîhanê koç bikin dê bê jibîrkirin, lê em ê nehêlin bê jibîrkirin. Em ê her sal di şexsê wî de nehêlin ji bîra kurdan biçe. Ji bo hûn hesab bidin em ê li ber xwe bidin" di çarçoveya "tehrîkkirinê" de ne.    Di îdianameyê de hatiye xwestin ku ji salekê heya 3 salan ceza li Guven bê birîn. Danişîna ewil dê di 31'ê cotmehê de li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 3'yan a Silopiyayê bê lidarxistin.