'Li qada giştî tunehesibandina kurdî dibe sedema pirsgirêkên civakî' 2023-09-09 09:01:20 STENBOL - Ji Komeleya Lêkolînên Kurdî Ahmet Sûbaşi bi lêv kir ku di qada giştî de tunehesibandina kurdî tê wateya redkirina kurdan û got ku divê kurd di zimanê xwe de israr bikin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li ser medyaya sanal ragihandibû ku sepana e-reçete'yê bi 5 zimana ye. Ji ber ku di nava van zimanan de kurdî tune ye, ev yek bûyê cihê bertekên mezin. Ji ber vê baro û rêxistinên civaka sivîl îşaret bi newekheviya di qada tenduristiyê de kirin û gilî kirin.    Ji perwerdekarên Komeleya Lêkolînên Kurdî Seyît Ahmet Sûbaşi diyar kir ku li paş vê pêkanînê feraseteke sedsalî heye û got ku ev pêkanîn tê wateya redkirina gelê kurd. Sûbaşi wiha domand: "Mesele tenê ne hebûna kurdî ya li wir e. Gava bertek hat nîşandan Wezîrê Tenduristiyê got, 'Me ev ji bo turîstan çêkiriye.' Ev xizmet ji bo turîstan tê çêkirin, lê ji bo bi milyonan kurdên li Tirkiyeyê zimanê kurdî di nava vê pergalê de cih nagire. Ev bi awayekî pir aşkere, redkirina kurdan e."    MAFÊ HEVWELATÎBÛNÊ   Sûbaşi, bi lêv kir ku di saziyên giştî de xwebilêvkirina bi kurdî mafekî hevwelatîbûnê yê kurdan e û got ku kurd ji bo sûdê ji van xizmetan bigirin bacê didin. Sûbaşi wiha axivî: "Mesela gava kesên bi kurdî nizanin diçin nexweşxaneyê yan jî bi rêya telefonê dixwazin sûdê ji xizmetan bigirin, ji ber ku kurdî tune ye nikarin derdê xwe bi lêv bikin. Nexwe dê di xwegihandina xizmeta tenduristiyê de kêmasî rû bide. Ev jî dibin sedema pirsgirêkên civakî."    Sûbaşi diyar kir ku di qada giştî de tunehesibandina kurdî di heman demê de girêdayî daxwaza kurdan a ji bo statuyê ye û wiha domand: "Ji lew re kurd doza statuyê dikin. Dikarin ji bo ereban, îngilîzan, fransiyan û farsan tabelayan daliqînin. Ji lew re ji Tirkiyeyê daxwazeke wan a statuyê tune ye. Ger kurdî qebûl bike, wê gavê dê ji bo kurdan statuyek hewce be. Lê dewlet naxwaze statuya kurdan qebûl bike û mafê wan ê perwerdehiyê esas nagire. Lewma bi tu awayî cih nade kurdî. Bi vî awayî dixwaze kurdan asîmle bike û entegreyî pergala xwe bike. Dixwazin kurdan di nava pergala xwe de bihelînin."    Sûbaşi bi lêv kir ku dê polîtîkaya çewisandin û tunehesibandinê bi ser nekeve û got: "Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê divê em li her derî vê daxwazê bînin ziman û israr bikin."