Girtiyê nexweş Ozalp 35 roj in tê dermankirin 2023-09-08 19:52:10   ÎZMÎR - Girtî Yilmaz Ozalpê krîzê li dilê wî xist û ew rakirin nexweşxaneyê, 35 roj in di beşa awarte de tê dermankirin.    Girtî Yilmaz Ozalp (43) ê di Girtîgeha Şakran a Îzmîrê ya Hejmara 1 a Tîpa T'yê de, di 5 Tebaxê de ji ber krîza dil rakiribûn Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Çîgliyê. Ozalp 35 roj in di beşa awarte de tê dermankirin û rewşa wî xedar e.   Ozalp ji bo baş bêhnê bistîne di 22'yê Tebaxê de ji qirika xwe emeliyat bûbû û ji bo karibe dermanên vîtamînê bixwe, diviyabû ji mîdeya xwe jî emeliyat bibe.    Bijîşkan ji bav Ekrem Ozalp re gotin ku ji bo emeliyata mîdeyê laşê kurê wî hatiye tevizandin û dê di nêz de bê emeliyatkirin.    Yilmaz Ozalp (43), piştî ku sal û 7 meh cezayê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê û heqareta li serokkomar" lê hatibû birîn hat pesendkirin, di 1'ê Çileya 2022'yan de hatibû girtin. Diviyabû Ozalp di 14'ê Tebaxê de bihata berdan, lê înfaza wî 3 mehan hatibû taloqkirin.