Polîsan avêt ser Navenda Çandê ya Îdilê: 10 kes hatin binçavkirin 2023-09-08 16:22:59   STENBOL - Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê ku Grûp Yorûm xebatên xwe lê dike ve girtin û 10 kes kirin binçavan.    Polîsan avêt ser Navenda Çandê ya Îdîlê ya ku Grûp Yorûm xebaten xwe lê bi rê ve dibe. Di serdegirtina Navenda Çandê ku li Okmeydana Stenbolê ye 10 endamên Grûp Yorûm hatin binçavkirin. Grûp Yorûm têkildarî serdegirtinê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal vîdoyek belav kir û wiha got: “Faşîzma AKP’ê carek din rûyê xwe nîşan dide. Artêşek girtiye cem xwe û êrişî hunermendên gel dike. Em natirsin.”    KESÊN HATINE BINÇAVKIRIN    Sedema binçavkirinê nehat zanîn û hat diyarkirin ku 24 saetan biryara sînordarkirinê danîne ser dosyeya binçavkirinê. Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Dîlan Poyraz, Eser Çelîk, Ridvan Akbaş, Sevda Kurban, Seher Adiguzel, Vedat Dogan, Bariş Yuksel, Rezzan Şengul, Hakan Încî, Merve Kurt.”