‘Dest ji xeletiyên li ser sûr û Baxçeyên Hewselê berdin’ 2023-09-08 14:11:55 AMED - Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê bal kişand ser talan û hilweşandina li sûran û Baxçeyên Hewselê û ji bo dest ji xeletiyên di rapora UNESCO de jî hatiye diyarkirin were berdan bang li rayedaran hat kirin.    Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê têkildarî sûr û Baxçeyên Hewselê yên Amedê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digirtin û xist "Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de” li Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.    Arkeolog Nevîns Soyûkaya li ser navê Platformê daxuyanî da û da zanîn ku sûr û Baxçeyên Hewselê yên Amedê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digirtin bi hewldanên rêxistinên sivîl ên Amedê xistin "Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de” ye. Soyukaya destnîşan kir ku qedexeyên derketina derve yên li Sûrê k udi sala 2015’an de hatin ragihandin û piştî qedexayan şerê ku qewimî û dû re planên û avakirina ji hêla Wezareta Bajarvaniyê ve zerar dan mîmariya sûrê û divê ev navçeya dîrokî ku li gorî qanûnê neteweyî û navneteweyî bihata parastin lê rê li ber rûxandinek ku venaguhere rewşa xwe berê vekir.    BANGA DEST JI BERDANA XELETIYAN HAT KIRIN   Piştre Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Abdussamed Ucaman li ser navê Platformê metna daxuyaniyê xwend û nerazîbûn nîşanî rûxandina sûr û Baxçeyen Hewselê da û ji bo talan û hilweşandina li sûran û Baxçeyên Hewselê û ji bo dest ji xeletiyên di rapora UNESCO de jî ku hatiye diyarkirin were berdan bang li rayedaran hat kirin. Ucaman got ew ê wek platformê heta dawiyê vê mijara navborî ku bo wan gelek girîng e bişopînin.