Tînaş: Girtiyê nexweş Fevzî Arslan bi mirinê re rû bi rû ye 2023-09-08 09:09:53 RIHA - Parêzerê girtiyê nexweş Fevzî Arslan, Eyup Sabrî Tînaş bi lêv kir ku di rûviyên Arslan de pirsgirêk heye û got ku tevî bijîşkê girtîgehê ji bo rûviyên wî rapora korse nivîsiyê jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve korse nayê dayîn û tedawiya wî tê astengkirin.     Fevzî Arslan û birayên xwe Omer, Haşîm û Kasim Arslan di 30’ê cotmeha 2018'an de hatin girtin û bi hinceta, "Xerakirina yekitiya dewletê û tevkariya welat" 3 caran cezayê muebeda girankirî tên darizadin. Girtiyê nexweş Fevzî Arslan ku di Girtîgeha Rihayê ya Tipa T’yê tê ragirtin tevî xetereya rûviyên wî di laşê wî de derkevin heye jî tedawiya wî nayê kirin. Tevî ku bijîşkê girtîgehê derbarê nexweşiya Arslan de rapora temînkirina korse nivîsiyê jî korseya ku rûviyên wî biparêze û nehelê di laşê wî de derkevin derve ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê astengkirin. Parêzerê Fevzî Arslan, Eyup Sabrî Tînaş jî diyar kir ku rewşa Arslan her ku diçe xirab dibe û tedawiya wî jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê astengkirin.    'BI ÎŞKENCEYÊ ÎFADEYA WAN GIRTIN'   Eyup Sabrî Tînaş anî ziman ku 3 sal û nîv in ku dosyeya Fevzî Arslan û birayên wî li dadgeha bilind tê sekinandin û bêyî ku delîl hebin derheqê her 4 birayan de 3 caran cezayê muebeda girankirî hatiye dayîn. Tînaş destnîşan kir ku darazê hemû mirinên biguman û kûjer nediyar ên li Rihayê xistiye stûyê her 4 birayan û wiha got: “Bêyî ku delîl hebin li ser îfadeya ku bi îşkence hatiye girtin, ceza hat dayîn. Tevî ku psîkatrîst derheqê Fevzî Arslan û birayên wî de rapora, îşkence dîtin e û hê jî di bin bandora îşkenceyê de ne daye jî dadgehê ev rapor esas negirt û got îşkence nehatiyê kirin. Bêyî ku tu delîl derheqê van sûcan de hebin û lêkolîneke bikin cezayê muebeda girankirî dan wan. Dixwestin hineka sûcdar bikin ji bo sûcdarkirinê jî ev kes hilbijartin.”    'KORSEYA BIJÎŞK NIVÎSIYE NADIN ARSLAN'   Tînaş bal kişand ser nexweşiya rûviyan a Fevzî Arslan û der barê nexweşiya wî de jî ev tişt anîn ziman: "Ji bo rûviyên Arslan di laşê wî de dernekevin derve bijîşkê girtîgehê ji wî re korsê nivîsî. Malbata wî jî korseke bi derfetên xwe jê re kirî, lê rêveberiya girtîgehê ev korse negirtiye hûndir. Rêveberiya girtîgehê dibêje ev amûreke tibê ye û divê di nexweşxane de rapor bê nivîsandin lê dema em serlêdana sewqa Arslan dikin jî rêveberiya girtîgehê sewqa wî asteng dike û nahelê ku sewqî nexweşxaneyê bibe. Divê Fevzî Arslan li derva bê dermankirin. Nexweşiya wî ne li gorî şert û mercên girtîgehê ye. Di şert û mercên girtîgehê de nikarê bê dermankirin lê serdozgeriya girtîgehê û rêveberiya girtîgehê tedawiya Arslan asteng dikin. Li gor qanûnan divê girtiyên nexweş li derva bên dermankirin. Lê ev maf ji aliyê girtîgehê ve tê binpêkirin. Piştî tayînkirina serdozgerê nû li girtîgehan binpêkirinên mafan jî hê zêde bûne. Rêveberiya girtîgehê li dijî qanûnan tevdigere. Ev yek binpêkirina mafê jiyanê ye."   'RAGIRTINA WÎ YA GIRTÎGEHÊ XETERE YE’    Tînaş da zanîn ku mehek berê bi Fevzî Arslan re hevdîtin kiriye û der barê hevdîtina xwe de ev agahî parve kirin: "Ji ber îşkenceya di binçavan de li wî hatiye kirin, hîşê wî diçe û tê. Ne li ser hemdê xwe ye. Lê pirsgirêka wî ya mezin rûvî ne. Ji min re got, pêdiviya min bi korsê heye. Lê tevî serlêdan û hevdîtinên me jî rêveberiya girtîgehê korse nagire hûndir. Serlêdanên me yên hiqûqî wê berdewam bikin. Fevzî Arslan bi tena serê xwe nikare di girtîgehê de pêdiviyên xwe bîne cih. Ew û birayên xwe Omer û Haşîm Arslan bi hev re dimînin. Ew alîkariya wî dikin û pêdiviyên wî bi cih tînin. Di van şert û mercan de ragirtina wî ya li girtîgehê ji bo nexweşiya wî xetere ye."   'ME GILÎ KIR'   Tînaş, diyar kir ku ji ber astengkirina tedawiya Arslan û nedayîna korseyê wan der barê rêveberiya girtîgehê de gilî kirin e û got: "Wezareta Dadê bersiva gilîkirina me da û gotiye em ê lêpirsîn bikin. Lê encam çibû hê nediyar e. Ji ber tedawiyê heke tiştek bi serê girtiyên nexweş were, berpirs rêveberiya girtîgehê ye û ev yek binpêkirina mafê jiyanî ye û divê derheqê berpirsan de lêpirsîn bê destpêkirin. Rêveberiya girtîgehê erka xwe xerab bicih tîne.”    'BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ YE'   Tînaş bi lêv kir ku di girtîgehê de tenê bijîşkek li hezar û 200 girtiyan dinêrê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber şert û mercên girtîgehê girtî her tim nexweş dibin. Dema bijîşk sewqa girtiyên nexweş dike jî heta 6 mehan sewqa wan nayê kirin. Di wan 6 mehan de rewşa wan jî her ku diçe xerab dibe. Dema cendirme girtiyan dibin nexweşxaneyê jî bijîşkên li wir tedawiyeke baş li wan wan nakin, bi çavekî ku girtî sûcdar bin li wan dinihêrin. Rewşa Fevzî Arslan di xetereyê de ye, bi mirinê re rû bi rû maye. Rêveberiya girtîgehê jî vê xeterê dizane lê tedawiya wî nake."   MA / Mahmût Altintaş