Ji Çetînkayayê ku înfaza wî 9 caran hatiye şewitandin banga hestiyariyê 2023-09-08 09:05:29     SÊRT - Abdurrahîm Çetînkaya ku înfaza wî 9 caran hatiye taloqkirin, bal kişand ser bêhiqûqîtiyên li girtîgehan û got ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne.    Înfaza girtiyan bi biryarên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tên şewitandin û berdana wan tê astengkirin. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji 29'ê kanûna 2020'an, ji roja ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê li girtîgehan hatiye avakirin heya niha, herî kêm înfaza 313 girtiyan ji bo 6 meh û 3 mehan hatiye taloqkirin. Yek ji van girtiyan jî Abdûrrahîm Çetînkaya ye. Çetînkaya di sala 2007'an de bi îdiayên "endamtiya rêxistinê", "alîkariya rêxistinê" û "peydakirina madeyên teqemeniyê" hatiye girtin û 18 sal ceza lê hatiye birîn. Cezayê Çetînkaya di 1'ê nîsana 2021'ê de temam bû, lê ji ber biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Afyon a Hejmara 1'ê ya Tîpa T'yê berdana wî 9 caran û her carê 3 mehan hatiye taloqkirin. Bi biryara lijneyê îfaza Çetînkaya 2 sal û 7 mehan hatiye taloqkirin. Çetînkaya diviyabû piştî 13 sal û 6 mehan, di 27'ê tebaxê de bihata berdan, lê ji ber şewitandina înfazê 16 sal in girtiye.    Çetînkaya der barê biryarên lijneyê û zextên li Girtîgeha Afyonê de axivî.    5 BIRA BI ÎŞKENCEYÊ HATIN GIRTIN   Çetînkaya anî ziman ku ji ber îfadeya şahidê eşkere polîsan avêtiye ser mala wan a li Sêrtê û piştî îşkenceyeke dijwar hatiye girtin û got: "Ji ber îfadeya şahidê eşkere tevî min ji malbatê 4 kes hatin binçavkirin. Di binçavan de îşkenceyeke mezin kirin. Me ev îşkence bi raporên bijîşkan jî piştrast kir, lê kes nehat darizandin. Ji tecawiza bi copan bigire her cure îşkence kirin. Me li dijî vê îşkenceyê serî li rêyên hiqûqî da, lê kes nehat cezakirin. Em 5 bira bûn, ceza li me her pêncan jî birîn. 18 sal ceza li min û birayekî min birîn. Li yekî 7 sal, li yekî 8 sal û li yekî jî 2 sal ceza birîn. Yanî 5 bira girtin. Dê û bavên min bi tenê man."    Çetînkaya da zanîn ku sirgûnî girtîgehên Sêrt, Îzmîr, Amed û herî dawî jî sirgûnî girtîgehên Afyonê hatiye kirin û got ku li Girtîgeha Afyonê di nava hiqûqê hiqûqeke din heye. Çetînkaya destnîşan kir ku dozgerê girtîgehê ji wî re gotiye "heya ez li vir bim, tu yê ji vê girtîgehê dernekevî" û ev tişt ragihandin: "Lijne sê mehan carek kom dibû û gazî min dikir. Poşmanîtî li min ferz dikir, digotin gere tu bibêjin PKK 'rêxistineke terorê' ye. Min ji wan re got 'ez ji ber endamtiyê hatime girtin û ez ê vê ferzkirinê qebûl nekim.' Min ji wan re got, 'ez ji bo jiyaneke birûmet dijîm, ez ê bi tu awayî atwiz ji vê nedim. Bes ez li bara malbata xwe û gelê xwe fedîkar nebim, çi dibe bila bibe.' Piştî vê dest ji pirsên xwe berdan."    GIRTÎGEHA AFYONÊ: GERSTÊRKEKE DIN E   Çetînkaya destnîşan kir ku Girtîgeha Afyonê gerstêrk û komatreke din û got: "Cezayê min qediyaye, lê 2 sal û 7 meh in înfaza min dirêj kirine. Me serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Afyonê da. Girtîgehê digot cezayê wî yê dîsîplînê tune ye, bi awayekî bêhiqûqî girtiye û biryara berdanê dida. Lê belê gava dozger îtiraz dikir, berdana min dihat astengkirin. Lijneya li wir, bi tu awayî biryara dadgehê esas nedigrit. DIgotin 'ji bo civakê ne guncan e' û bernedidan."    GIRTIYÊN NEXWEŞ BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ NE   Çetînkaya ragihand ku li girtîgehê pêkanînên di asta îşkenceyê de hene û got: "Girtî Îzethan Aykût 29 sal in girtiye. Girtiyekî nexweş e û dibe ku ji nişkave bimire. Rewşa wî pir xirab e. Her wiha pirtûkan nadin, jixwe mafê goglîstinê tune ye. Destdatînin ser destxetên me. Me çend caran pirsgirêkên li vir bilêv kirin. Lê me piştgiriyek nedît. Li vir girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne, wan nabin nexweşxaneyê. Tişta divê em bikin, piştevanî ye."    BANGAWAZÎ   Çetînakaya bilêv kir ku Girtîgeha Afyonê ew girtîgeh e ku guh li qanûnan nake û got: "Bila polîtîkayên çewisandin û zilmê yên li vê girtîgehê bi dawî bibin. Divê raya giştî li ser vir hûr bibe û ji destê kê çi tê divê bike."    MA / Fethî Balaman