Doç. Dr. Karabûlût: Amed ji bo erdhejê ne amade ye 2023-09-08 09:02:37     AMED - Doç. Dr. Savaş Karabûlût anî ziman ku li Licê û Hezroyê li benda erdhejeke bi pileya 7.2'yan e û got ku ji bo vê tu amadekarî tune ne. Karabûlût ji bo budçeya heyî ji bo analîzên xetereyê yên erdhejê bê xerckirin bang li rayedaran kir.    Di erdhejên Mereşê yên 6'ê Sibatê de ku bandor li 11 bajaran kir, bi deh hezaran kes mirin û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn. Liv û tevgera di xetên fayan de ya piştî erdhejên Mereşê hê jî didome. Hîndekarê Beşa Endezyariya Înşeatê ya Zanîngeha Teknîkê ya Gebzeyê û Endezyarê Jeofîzîkê Doç. Dr. Savaş Karabûlût, têkildarî erdhejê axivî.    Karabûlût bilêv kir ku ew erdhejê wekî "talûkeyeke rasterast" pênase dikin û got: "Mirina ji ber erdhejê qethiyen ne mirineke xwezayî ye. Erdhej bi xwe jî ne karesat e, talûkeyeke xwezayî ye."    HIŞYARIYA JI BO LICE Û HEZROYÊ   Karabûlût erdhejên Erzingan, Kocaelî û Mereşê bibîr xistin û got ku dê erdhej bidomin. Karabûlût destnîşan kir ku li Amedê tu amadekariyên li hemberî erdhejê nayên kirin û got ku xetereyeke mezin heye. Karabûlût hişyar kir ku ew di nêz de li bendê ne ku li Licê û Hezroyê erdhejeke bi 7.2'yan pêk bê û wiha domand: "Hin navçeyên Amedê li ser xeta Bedlîs-Zagrosê ne. Lê deverên li bakur ên wekî Licê û Hezro, pir nêzî vê ne û wekî di rapora kêmkirina xetereya bajêr de hatiye diyarkirin, li vir li benda erdhejeke bi pileya 7.4-7.2'yan e."    Karabûlût bilêv kir ku ew li bendê ne ku li Çewligê di ser 7.2'yan re erdhejek çêbibe.    AMED NE AMADE YE   Karabûlût ji bo Amedê ji xeynî erdhejan îşaret bi lehiyê kir û got ku gava erdhej ne çalak bin jî hezaz çêdibin û li hêla başûr a Licê û Hezroyê li deverên nêzî Çemê Dîcleyê îhtimala lehiyê û nermbûnê heye. Karabûlût anî ziman ku di dema nermbûna erdê de avahî rasterast di erdê re diçin û got ku ger asta çyîna be rbi erdê ve ne asteke guncav be, dê avahî bi awayekî katastrofîk helohûro bibe. Karabûlût wiha domand: "Li Amedê geleke avahiyên bêyî ku etuta zemîna wan bê kirin hatine çêkirin hene. Di rapora Egîtîm-Senê ya piştî erdhejên 6'ê Sibatê de, nêzî 9 hezara avahiyên xesardîtî hene û 200 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan."    Karabûlût ku got "Amed bi tu saziyeke xwe jî ji bo erdheja gengaz ne amade ye" destnîşan kir ku ji ber ku şaredariyên heyî di destê qeyûman de ne şensê pêwendîdanînê jî tune ye. Karabûlût diyar kir ku li xeta Kurdistanê li benda erdhejê mezin in û got ku lê belê ev herêm ji bo erdhejê ne amade ne.    ‘DIVÊ HIKÛMET BERPIRSIYARIYÊN XWE BI CIH BÎNE'   Karabûlût bilêv kir ku wekî erdhejên din ên li Tirkiyeyê erdheja Mereşê jî nehatiye birêvebirin û got ku bi erdheja Mereşê re krîzeke rêveberiyê û lojîstîkê ya cidî rû daye. Karabûlût ji bo budçeya heyî ji bo analîzên xetereyê yên erdhejê bê xerckirin bang li rayedaran kir û wiha dawî li aaxftina xwe anî: "Ji bo careke din heman pirsgirêk rû nedin, divê hikûmeta navendî û rêveberên wê berpirsiyariyên dikevin ser milên wan bi cî bînin."    MA / Eylem Akdag