Avci: Qeyûm dixwaze bi lez û bez hemû mal û milkên şaredariyê bifroşe 2023-09-07 14:18:15   WAN - Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci yê qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin diyar kir ku qeyûm ketiye nava metirsiya hilbijartnê û mal û milkê şaredariyê dixwaze gavek berî gavekî bifiroşe.    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çepên Kesk ên Bajarê Wanê têkildarî gendelî û talana qeyûm li avahiya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci yê ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin di civînê de axivî.    ‘QEYÛM ADETA KETINE METIRSIYA HILBIJARTINÊ’    Mustafa Avci anî ziman ku emrê rejîma qeyûmê duyemîn hindik maye û wiha got: “Em vê rejîmê bi pratika wê ya şênber li ber çavan dibînin. Her roja ku hilbijartina xwecihî nêz dibe, qeyûm hin bêtir dikevin nava endişe û bizdanê. Ji bo çavkanî, mal û milkên şaredariyan talan bikin adeta ketine seferberiyê. Deynên şaredariyan derxistine sê çar qatan. Ev têr nake, niha jî dixwazin bi lez û bez mal û milkên şaredariyê yanî malên neguhêzbar şaredariyê ji destê xwe derxin û bifiroşin. Beşek malên neguhêzbar ji aliyê meclisa şaredariyê ya ku hatiye tayînkirin ve dane ber firotinê beşek din jî bi awayek bêheq dewrî saziyên alîgirên qeyûm û AKP’ê bikin. Derd û kula qeyûm ne bajar e. Qeyûmê Wanê adeta bajêr daye ber firotinê. Lê em jî lîsteya malên neguhêzbar şaredariyê ku ji aliyê qeyûm ve dane ber firotinê dişopînin. Lîste li ber destê me ye. Em ji niha ve hişyarî didin wan. Em kêlî bi kêlî we dişopînin. Her wiha ji bo biryara sekinandinê pêk were em ê serî li rêya darazê jî bidin.”