Rejîma Îranê ciwanekî din ê kurd girt 2023-09-07 13:28:21   WAN - Rejîma Îranê ciwanê kurd ê bi navê Parsa Qabadî ku tev li çalakiyên “Jin jiyan azadî” bibû girt.    Hate diyarkirin ku rejîma Îranê ciwanê kurd ê bi navê Parsa Qabadî (18) ku tev li çalakiyên “Jin jiyan azadî” yên piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin bibû û di çalakiyan de ji çavên xwe birîndar bibû girtî ye û biriye cihekî ne diyar. Hate diyarkirin ku tedawiya Qabadî yê ji her du çavên xwe birîndar bûyî didome.    NÛ DEST BI DÎTINÊ KIRIYE   Qabadî yê tedawiya wî demekî dirêje berdewam dikir, di 5’ê îlonê de bi parvekirina xwe ya dîjîtal medyayê re ragihandibû ku nû dest bi dîtinê kiriye. Di daxuyaniya malbata Qabadî ji Rexistina Mafên  Mirovan a Hengawê re de wiha hate gotin: “Dê bi girtina wî re pêvajoya tedawiyê bê birîn. Zehmet e ku di girtîgehê de xwe bigihîne dermanên ku bijîşkî nivîsandine. Ev rewş dê tenduristiya çavê wî têxe xetereyê.”