Doza Kobanê: Di hilbijartinên herêmî de jî dê ev dosya bê axaftin 2023-09-07 13:02:52   ENQERE - Prz. Kenan Maçoglû diyar kir ku Doza Kobanê di salên dawî de weke malzemeyê hilbijartinê tê bikaranîn û wiha got: “Hilbijartinên herêmî hene. Beriya hilbijartina herêmî dîsa dê ev dosya bê axaftin û dê hewl bidin partiyên siyasî mehkûm bikin.”   Rûniştina duyemîn a danişîna 31’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hate lidarxistin. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin di danişînê de amade bûn û yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Serokên Baroyên Mûş, Êlih, Semsûr û Wanê û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî di danişînê de amade bûn.    ‘GELEK DOSYA DERENCEYÊN KARIYERÊ YÊN DADGER Û DOZGERAN E’    Parêzer Kenan Maçoglû yê di danişînê de ewilî axivî, diyar kir ku dema dozger mutaalayê amade dike ji bilî lêkolîna rastiya madî, vê dozê wekî lûtkeya pêvajoyê ya rê li ber kariyera xwe ya nû vedike dibîne û wiha got: “Bêguman wê ji aliyê hikûmetê ve bê xelatkirin. Miduriyeta Şaxa TEM'ê ya Enqereyê ku têkildarî komployê lêkolîn dikir rasterast bi Soylû re dixebitî. Rayedarên miduriyetê ku rêveçûna lêpirsînê diyar dikirin bi planên kariyerê tev digeriyan. Di serî de ev dosya, gelek dosya li Tirkiyeyê derenceyên kariyerê yên dadger û dozgeran e.”   ‘DOZGER KELECAN BÛYE Û JI BÎR KIRIYE KU TEŞHÎS BIKE’    Maçoglû, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şahidên nepen dema em ne li eywanê bûn hatin guhdarkirin. We derfetê lêpirsîneke bi tendurist ji destê me wergirt. We ji hemû şahidên ku we dîtin hûrgiliyên li ser îfadeyên wan ên berê pirskirin, hedef nîşan dan, li dijî wan îfade dan wergirtin. Ji nişka ve şahidekî veşartî ket dosyayê û îfadeyeke ku ji 5-6 rûpelan pêk tê ku bibe bingeha vê dozê da. Mahîr hin navan dide lê girteka teşhîsê nayê girtin. Şahidê nepen Mahîr ji bo destpêkê malzemeyên pêwîst dide. We ji Mahîr re nepirsî ku ‘ev dozger ji ku gihişte we’. Di vê dosyayê de şahidî û nasnameya her kesên bi awayekî vekirî û veşartî îfade dane nehatiye qeydkirin. Çima nehat kirin? Bersûcek heye ku ji bo derewan anîn, lê nekarîn li gorî ûsûlê tevbigerin. Merdan got ‘Dema ku min îfade dida, dozger û amirên li TEM’ê bi kelecan bûn.’ Dozger kelecan bûye, ji bîr kiriye ku teşhîsê bike.   DÊ DI HILBIJARTINÊN HERÊMÎ DE JÎ EV DOSYA BÊ AXAFTIN    Ji hilbijartinên 2018’an ve gotinên hilbijartinan ên Serokkomar li ser 6-8’ê cotmehê li ser vê dosyayê ne. Bi dirûşmeya ‘Ji Selo re îdam’ girseya xwe bi coş kir. Hilbijartina herêmî heye. Beriya hilbijartina herêmî dê ev dosya gelek bê axaftin, dê hewl bidin partiyên siyasî mehkûm bikin.   DI MUTALAAYÊ DE DAIŞ NÎNE   Heta ku bi delîlên şênber neyê destekkirin, îfadeya şahidê nepen nikare bê esas girtin. Hûn nikarin bi beyanan biryarekê bidin. Di mutaalayê de her tişt heye lê DAIŞ nîne. Weke ku qet êriş û komkujiyên DAIŞ’ê nebin mutalaa hatiye amadekirin. Nêzîkatiya we ya dozê ya heta niha heman e.”   Danişîn taloqî sibê hate kirin.