Rojnamevan Koyluoglû: Tê xwestin ku hilbijartina li Kerkûkê were betalkirin 2023-09-07 10:08:49   STENBOL - Rojnamevan Azîz Koyluoglû diyar kir ku PDK li Kerkûkê di nava “şerê pevşêwirî" de cih digire û got: “Heke alozî bidomin wê hilbijartin pêk neyê û ev jî wê kêrî PDK’ê were. Çimkî kêm rayên PDK’ê hene.”    Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudanî ferman dabû ku avahiya li Kerkûkê ku ji sala 2017’an ve di destê artêşê û Haşdî Şabî de ye, li PDK’ê paşve bê vegerandin. Piştî fermana Sûdanî hêzên leşkerî avahiyê vala kiribûn û ji bo bidin Parastinê (Rêxistina îstîhbarata PDK’ê) amadekarî hatin kirin. Lê piştre xwepêşandanan dest pê kir û piştî êrişên artêşê ku qewimîn hat ragihandin ku biryar ji bo demekê hatiye sekinandin. Di êrişa li dijî xwepêşandanên 2’yê îlonê de 4 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.    Balkêş e ku van xwepêşandanên rû dan piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ên li Iraqê û Herêma Kurdistanê pêk anî rû dan. Her çiqas aloziya li herêmê bi dawî bûbe jî lê tê diyarkirin tiştên ku qewimîn ji hilbijartina meclisa giştî ya bajêr kut ê payîn di 18’ê kanûna 2023’yan de pêk were qut nîn in.    Di hilbijartina navborî de li Kerkûkê 16 kursî hene û heke 8 kursî ji aliyê kurdan ve bên bijartin dê hêza sereke bikeve destê kurdan. Bi vî awayî dê Walîtiya Kerkûkê jî bikeve destê kurdan. Rayên YNK’ê li Kerkûkê ji rayên hemû partiyan zêdetir e. Tê diyarkirin di rewşek wiha dewê PDK jî neçar bimîne ku destekê bide namzetê ji bo walîtiyê yê YNK’ê. Lê belê ev yek ne kêrî kare Tirkiyeyê ne jî kêrî karê PDK’ê tê. Li gorî hin rojnamevan û siyasetmedarên geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopînin; ji ber rewşa navborî hem PDK hem jî Tirkiye xwestiye ku hilbijartin bê betalkirin û tê diyarkirin ji bo vê yekê zemîna vê provokasyonê hatiye amadekirin. Her wiha PDK’ê daxuyandibû ku di hilbijartina li Kerkûkê de bi partiyên kurd re wê di heman lîsteyê de cih negire.    Rojnamevan Azîz Koyluoglû yê ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne nirxand.    'ÇALAKVAN Û PDK WÊ BI HEVPARÎ BIKEVIN HILBIJARTINÊ’    Koyluoglû serdana Hakan Fîdan wek “provokasyonê” nirxand û got ku Tirkiye ji bo herêmê “plana dagirkirinê” çêdike û destnîşan kir ku armanca Fîdan ya ewil ew e ku PKK di lîsteya "rêxistina terorê" ya Iraqê de cih bigire. Koyluoglû da zanîn ku tu daxuyaniyek Iraqê di vê mijarê de nîne lê belê rayedarên PDK’ê piştgiriyê didin vê rewşê. Koyluoglû anî ziman ku "Tirkiye Kerkûkê weke cihekî tirkmenan pênase dike" û li piştperdeya bûyerên Kerkûkê hilbijartinên giştî yên mecliê hene.    Koyloglû bal kişand ser wê yekê ku PDK dê bi lîsteyeke hevbeş ligel tirkmen û erebên sunnî yên bajêr bikeve hilbijartinan û got: "Erebên şîe dê namzedên hevbeş diyar bikin û bikevin nav hilbijartinan. Tevgera Goran, Tevgera Guhertin û Tevgera Zahmetkeşan jî biryar girtin ku wê bi tu komê re beşdarî hilbijartinan nebin. Piştî aloziya hilbijartinê Serokwezîrê Iraqê Sûdanî Navenda Operasyonên Hevbeş a li Kerkûkê da PDK’ê. Hin komên nêzî Şiî û Heşdî Şabî li dijî vê biryarê bertek nîşan dan lê belê ev yek tenê dom kir. Paşê komek ji tirkmen û erebên sunnî gotin, ‘em naxwazin PDK were Kerkûkê’ û kon vedan. Ereb û tirkmenên ku çalakî li dar xistin, dê bi lîstey hevbeş bi PDK’ê re biçin hilbijartinê. Dema mervi têkiliyên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re li ber çavan digire, li Kerkûkê ne pêkane ku tirkmen li dijî PDK’ê çalakiyan li dar bixin.”    ‘DIXWAZIN KU HILBIJARTINÊ ASTENG BIKIN’    Koyluoglû destnîşan kir ku PDK li Kerkûkê di nava “şerek pevşêwirî” de ye û komên piştgiriyê didn wê mîna ku li dijî wan be li qadê belav kir û PDK’ê bi alîgirên xwe xwepêşandana li dijî tifaqên xwe da nîşandan. Koyluoglû anî ziman ku gelek ciwanên kurd bi hestên xwe yên neteweyî beşdarî xwepêşandanan bûn û kesên çekdar ên di nava çalakvanên siyasî de bi zanebûn provokasyonan kirin. Koyluoglû bi bîr xist ku di provokasyonên qewimîn de 4 ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan û got: “Ev provokasyona PDK’ê bi xwe ye. PDK’ê lîstokek mezin li dar xist û aloziyek çêkir.”    Koyluoglû bal kişand ser sedema êrişên li dijî xwepêşanderan û got: "Armanca yekem a vê destwerdana tund ew e ku weke ku bi kurdan re nakokî heye. Ya duyemîn jî pêşîlêgirtina hilbijartinan e. Heke alozî li bajêr berdewam bike dê hilbijartin li bajêr çênebe, ev jî dê bi kêrî PDKê were. Çimkî li Kerkûkê pir hindik rayên PDK’ê hene. Ji ber ku tifaqa wê ya bi tirkmen û şiî’yan re jî deşîfre bûye û ji ber vê yekê şansê xwe yê bidestxistina dengên kurdan winda dike."   KURD PARÇE NE    Koyluoglû destnîşan kir ku piştî "referandûma serxwebûnê" ya PDK'ê di demografiya Kerkûkê de guhertineke cidî pêk hat û destnîşan kir ku guhertina demografîk ji bo destkeftiyên kurdan metirsiyeke mezin e û wiha axivî: “Di rewşa heyî de kurd bûne sê parçe. Hinek ji wan serbixwe dimînin. Hinek ji wan bi kombûna li dora YNK'ê hewl didin yekitiya kurdan pêk bînin. PDK xwe weke rêxistineke cuda dibîne. Ez dikarim bêjim ku bi vî awayî serkeftina kurdan a li Kerkûkê pir hindik e.” Koyluoglû diyar kir ku kurd li Kerkûkê li ji bo daxwazên xwe yên neteweyî û li dijî desteserkirina mafên xwe beşdarî xwepêşandanan bûn û hêza PDK'ê nîne ku ji gelê kurd re li pir bibe pêşeng ku çalakiyan li dar bixin.    MA / Esra Solîn Dal