‘Divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên dijhiqûqî bên betalkirin' 2023-09-07 09:04:02   RIHA - Hevserokê Şaxa ÎHD'a Rihayê Îsmaîl Tûtal ê birayê girtî Nûrûllah Tûtal ê înfaza wî hat taloqkirin, anî ziman ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê li dijî hiqûqê ne û divê bên betalkirin.    Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji 29'ê kanûna 2020'an, ji roja ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê li girtîgehan hatiye avakirin heya niha, herî kêm înfaza 313 girtiyan ji bo 6 meh û 3 mehan hatiye taloqkirin. Yek ji van girtiyan jî Nûrûllah Tûtal (37) ku di Girtîgeha Rihayê ya Hejmara 1 a Tîpa T'yê de ye.    Tûtal di 13'ê adara 2018'an de hatiye girtin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn. Diviyabû Tûtal di 30'yê tîrmeha 2023'yan de bihata berdan, lê bi hinceta "rewşa nebaş" înfaza wî 6 meh û 22 rojan hat taloqkirin. Li gor vê divê Tûtal di 21'ê Sibata 2024'an de bê berdan. Birayê wî Hevserokê Şaxa ÎHD'a Rihayê Îsmaîl Tûtal, anî ziman ku astengkirina berdana girtiyan, mafê hêviyê ji holê radike û ev yek bandoreke nebaş hem li girtiyan hem jî li malbatên wan dike.    ‘MALBAT JÎ TÊN CEZAKIRIN'   Tûtal destnîşan kir ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê gava der barê girtiyan de biryarê didin şîroveyên razber û sûbjektîf dikin û got: "Biryarên kêfî tên girtin. Mixabin di nava lijneyên çavdêriyê de hiqûqnas tune ne. Ev lijne li dijû hiqûqê ne. Lijne tenê ne girtiyan, malbatên wan jî mexdûr dikin û ceza dikin. Malbat li benda berdanê ye, lê radibin berdanê 6 mehan taloq dikin û hêviya wan dişikînin."    ‘QEBÛLKIRIN NE PÊKAN E'   Tûtal destnîşan kir ku lijne xwe dixin dewsa dadgehan û der barê gritiyan de biryarê didin û wiha axivî: "Tu beranberiyeke hiqûqî ya vî awayê cezakirinê tune ye. Her wiha ne mirovî û exlaqî ye jî. Cezayên tên birîn ne hiqûqî be. Ev bêhiqûqîtî bi biryara lijneyeke nehiqûqî didome. Biryarên wan biryarine kopîkirinê ne. Zorê didin girtiyan ku fikrên xwe bilêv bikin. Lê belê ev li dijî Destûra Bingehîn e. Qebûlkirina vê ne pêkan e."    ‘DEMILDEST DIVÊ GIRTÎ BÊN BERDAN'   Tûtal bilêv kir ku li girtîgehan "hiqûqa dijminatiyê" tê pêkanîn û got: "Divê her derdor bertekê nîşanî vê bide. Em ÎHD dixwazin Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên azadiya girtiyan binpê dikin bên betalkirin û girtiyên ku cezayên li wan hatine birîn temam bûne, demildest divê bên berdan."    MA / Emrullah Acar