ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2023’YAN 2023-09-07 09:00:12   * Wezaretên Dadê û Karên Navxweyî têkildarî mirina Surme Înciyê ku gava xwarin ji zarokên xwe yên li nav zeviyê re dibir ji aliyê çawîşekî pispor ve hat qetilkirin, parastina xwe berpêşî AYM'ê kirin. Çendî li herêmê pevçûn rû nedaye jî, wezaretan di parastina xwe de îdia kirin ku "pevçûn çêbûye."    * Damezrînerên Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê ya Ronewbarê ku hat girtin, gotin: "Kurdî nasnameya me ye. Ger em li hemû beşan bibin yek, em ê karibin pêşî li vê qirkirinê bigirin."    * Hevserokê ÎHD'a Rihayê Îsmaîl Tûtal, birayê girtî Nûrûllah Tûtal ê înfaza wî hat taloqkirin, anî ziman ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê li dijî hiqûqê ne û divê bên betalkirin.   * Ombudsmanê çapemeniyê Farûk Bîldîrîcî bal kişand ser ambargoya çapemeniya berbelav a li ser têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşarê û got: "Heya em zêde bi ser vê de neçin, em ê her parçeyeke vê bêedaletiyê bin."    * Rojnamevan Azîz Koyluoglû diyar kir ku PDK li Kerkûkê di nava “şerê pevşêwirî" de cih digire û got: “Heke alozî bidomin wê hilbijartin pêk neyê û ev jî wê kêrî PDK’ê were. Çimkî tu rayên PDK’ê tune ne.”    * Şaxa BES’ê ya Amedê dê têkildarî sala edlî ya nû li ber avahiya Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.15)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Wezareta Dadê daye destpêkirin dê di roja 42’yemîn de berdewam bike. (13.30)   * Danişîna doza der barê rojnamevan Ziya Çîçekçî de hatiye vekirin dê li 33’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin. (14.10)