Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 3’yan 2023-09-06 11:40:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kirklarelî di lehiya rabû de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 3’yan. Ji bo rizgarkirina 3 kesan jî xebat didomin.    Li navçeya Demîrkoyê û bajarokê Îgneada yên bi ser Kirklarelî ve duh baranek zêde bariya û bû sedema lehiyê. Hejmara kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane derket 3’yan. Hat zanîn ku li Geliyê Sîslî yê Îgneada ji ber lehiya rabûye cenazeyê kesekî hatiye diîtin.    Hat ragihandin hê 3 kes winda ne û ji bo wan xebat û lêgerîna rzigarkirinê berdewam dike. Tê payîn ku îro jî şilî bandora xwe nîşan bide.