Li Stenbolê di lehiyê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan 2023-09-06 09:15:37   STENBOL - Duh di saetên şevê de li Stenbolê baraneke zêde bariya û lehî rabû. Di lehiyê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Walîtiya Stenbolê diyar kir ku duh di saetên şevê de baraneke zêde bariya û rê li ber lehiyan vekir. Walîtiyê da zanîn ku di lehiyê de welatiyên bi navên Yildiz Yurtseven (57) û Îraman Kebe (32) a ji Gîneyê li navçeyên Başakşehîr û Kuçukçekmeceyê jiyana xwe ji dest dan. Walîtiyê got ku 12 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku heta niha ji bo 112’ê hezar û 150 ji bo şaredariyan jî 2 hezar û 540 îxbarên lehiyê hatine kirin. Li gorî tespîtên ewil, heta niha hezar û 754 mal û kargeh ji lehiyê bibandor bûne.