Li Semsûrê dibe ku mexdûrên erdhejê vê zivistanê di konan de derbas bikin! 2023-09-06 09:00:59   SEMSÛR - Nûnerê Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB'ê yê Semsûrê Ûfûk Bayir adestnîşan kir ku li Semsûrê ku pêdiviya wê bi nêzî 60 hezar avahiyan heye, îhaleya 32 hezar û 436 avahiyan hê nû hatiye çêkirin û got ku dibe ku mexdûrên erdhejê di zivistanê de di konteyner û konan de bin.    Li Semsûrê, çendî 7 meh di ser erdehjê re derbas bûne, hê jî gelek pirsgirêkên bingehîn nehatine çareserkirin. Li bajêr pirsgirêka sereke ya hêwirandinê ye. Waliyê Semsûrê Osman Varol di 12'ê tebaxê de daxuyandibû ku dê etaba ewil a avahiyan di dawiya meha Cotmehê de bê teslîmkirin û ji bo 33 hezar û 750 avahiyan îhale hatiye çêkirin û înşeata wan didome. Çendî walî di daxuyaniya xwe de derpêş kir ku dê avahî di salekê de bên teslîmkirin jî, TMMOB diyar dike ku dê di salekê de temam nebin.    Nûnerê Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB'ê yê Semsûrê Ûfûk Bayir têkildarî mijarê axivî.    RAKIRINA KAVILAN   Bayir anî ziman ku kavil di destpêkê de zûzûka hatine rakirin, lê belê niha rakirina kavilan û karê hilweşandinê bêserûber tê kirin. Bayir diyar kir ku awayê rûxandinê yê bi vî awayî bandorê li tenduristiya mirovan û derdorê dike û got: "Diviyabû kavil li cihekî ku derî qadên jiyanê ye bihatana valakirin û ji hev bihatana neqandin, lê ev nayê kirin. Jixwe hebûna hesibanan a bi vî awayî ji bo welatiyan talûkeyeke mezin e. Niha rûxandin hêdî hêdî tê kirin. Ev jî ji bo welatiyên dixwazin veguherînê bikin astengî ye. Mirov li bendê ne ku avahiyên pirxesardîtî rojek berî rojekê bên xerakirin. Lê gava em li karê tê kirin mêze dikin, wer xuya ye dê ev pêvajo dirêj biajo."    Bayir destnîşan kir ku sedema ku her diçe avahî kêm tên rûxandin jî ew e ku fîrmayên taybet ên peyman bi wan re hatiye çêkirin dixisirin û got ku fîrmayan ji wan re gotiye zirarê dikin. Bayir wiha domand: "Ji bo vê alîkarî ji wezaretê xwestine, lê wezaretê ji wan re gotiye 'hûn mecbûr in li gor îhaleyê hereket bikin.' Ji ber nelihevkirineke wiha rûxandina avahiyên xesardîtî hêdî tê kirin."    PÊDIVÎ BI NÊZÎ 60 HEZARA AVAHIYAN HEYE   Bayir da zanîn ku li navenda Semsûrê ji bo 21 hezar û 900 avahiyan îhale hatiye çêkirin û ji van riknê 3 hezar û 50 heman hatiye avêtin û ji aliyê TOKÎ'yê ve li navçeyan ji bo 4 hezar û 136 avahiyan îhale hatiye çêkirin û ji van jî riknê 2 hezar û 700 heban hatiye avêtin. Bayir bilêv kir ku li gundan jî ji bo 6 hezar û 290 avahiyan îhale hatiye çêkirin û ji van riknê 971 avahiyan hatiye avêtin û wiha domand: "Bi giştî îhaleya 32 hezar û 436 avahiyan hatiye çêkirin. Temelê 6 hezar û 721 avahiyan hatiye avêtin. Lê gava em avahiyên xesardîtî û yên hilweşiyayî hesab dikin, pêdivî bi nêzî 50-60 hezar avahiyan heye. Gotin dê di zivistanê de meseleya avahiyan çareser bikin. Lê gava mirov lu pêvajoyê mêze dike, wer xuya dike ku dê vê zivistanê mirov di kon û konteyneran de bimînin. Ji lew re mesele tenê bi avahiyan çareser nabe. Divê binesazî û rê jî bên çêkirin. Nebûna binesaziyê, tê wateya dê ga tune be, dê qnealîzasyon tune be û dê şebekeya avê tune be. Xebatên ji bo vê jî bi derengî tên xistin. Em hêvî dikin ev heya zivistanê çareser bibin, lê gava mirov lê mêze dike dê heya zivistanê temam nebe."    MA / Ceylan Şahînlî