Erdogan kesê ji ber Komkujiya Sêwasê hatibû girtin efû kir 2023-09-06 08:55:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê AKP’î Tayyîp Erdogan bi hinceta “nexweşiya domdar” Hayrettîn Gul ê ji ber Komkujiya Sêwasê cezayê muebbeta giran lê hatibû birîn efû kir.    Di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de li Sêwasê komkujî hatibû kirin û 33 kes bi zindî hatibûn şewitandin. Di doza Komkujiya Sêwasê de li Hayrettîn Gul cezayê darvekirinê hatibû birîn û ev cezayê wî veguherandibûn muebbeta giran. Serokwezîrê AKP’î Tayyîp Erdogan jî bi hinceta “Nexweşiyên domdar” ev cezaye betal kir. Biryara bi îmzeya Erdogan di Rojnameya Fermî de hate weşandin.    ERDOGAN BERIYA NIHA JÎ EFÛ KIRIBÛ   Erdogan, di 31’ê çileya 2020’an de jî cezayê yek ji kiryarên Komkujiya Sêwasê Ahmet Turan Kiliç ê 86 salî betal kiribû.