Li Hezroyê gundî pev çûn: Kesekî jiyana xwe ji dest da 2023-09-05 19:35:30       AMED - Li Hezroyê gundî ji ber avê bi hev ketin. Di pevçûnê de kesekî jiyana xwe ji dest da.    Li gor agahiyên hatina bidestxistin duh li gundê Barboş ê girêdayî navçeya Hezroya Amedê malbata Akan ava ku ji bo malan diçe qût kiriye û berdaye ser baxçeyên xwe. Hat zanîn ku keyayê gund C.E. jî diçe ava wan qût dike û dîsa ji bo malan berdide. Hat diyarkirin ku ji malbata Akan 4-5 kes diçin li keyayê gund dixin û keya birîndar dibe. Hat bilêvkirin ku piştî vê yeke, îro kurê keyayê gund bi çekê êrişî ciwanê Î. Akan dike û Î. Akan radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yûsûf Azîzoglû ya navçeya Farqînê. Lê tevî hemû mudaxaleyan jî Î. Akan jiyana xwe ji dest dide.    Piştî bûyerê leşker û cendirmeyan gundê Barboşê dorpêç kirin û der heqê bûyerê de jî lêpirsin hat destpêkirin.