Tevî dîmenan jî wezareta parastinê îşkence red kir 2023-09-05 16:16:17   AMED - Dîmenên kêliya leşkeran li navçeya Licê ya Amedê îşkence li gundiyan hatibûn weşandin. Tevî dîmenan jî Wezîrê Parastinê Yaşar Guler îşkence red kir.    Nêzî mehek berê leşkeran li gundê Turelî yê navçeya Licê ya Amedê îşkence li gundiya kiribûn û dîmenên îşkenceyê li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal parve kiribûn. Bikarhinêrê Tîk Tokê çawişê pispor ê bi navê “Komutan Berk” ku dîmen kişandibû, dîmen bi şîroveya “Tolhildan” parve kiribû. Bi parvekirina dîmenan re Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû bi daxwaza bersivandina Wezareta Parastinê pêşnûmepirs dabû Meclisê.    DÎMENÊN ÎŞKENCEYÊ PARVE KIRIBÛ   Gergerlîoglû wiha gotibû: “Di peyama ji min re hatiye şandin de wiha hatiye gotin; ‘Leşkeran gundî li erdê dirêj kirin û îşkence lê kirin. Bikarhinêrekî TîkTokê yê bi navê Komutan Berk ku çawişê pispor e dîmenên îşkenceyê kişand û bi nivîsa ‘tolhildan’ parve kir. Bûyer, li gundê Turelî yê Licê ya Amedê qewimî ye. Şêniyên gund gotin ku bi awayekî keyfî li erdê hatine dirêjkirin û îşkence lê hatiye kirin. Gotin ku birine qereqolê û bi saetan îşkence lê hatiye kirin û rojek piştre hatine berdan.’”    TEVÎ DÎMENAN JÎ ÎŞKENCE RED KIR   Bi domdarî Gergerlîoglû ji Guler pirs kir bê ka ev îdia rast in yan na, lêpirsîn hatiye destpêkirin an na, ka qeydên kamerayan hatine lêkolînkirin an na û leşkerên îşkence kirin hêj li ser peywira xwe ne yan na. Wezîrê Parastinê Guler jî tenê bi hevokekê bersiv da û got “operasyon nehatiye kirin” û ev îşkence red kir.