HSD: Di operasyonê de 18 çete hatin kuştin û 4 jî hatin girtin 2023-09-05 15:28:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsê Navenda Ragihandina HSD’ê Ferhat Şamî da zanîn ku HSD’ê herêmeke berfireh ji komên paramîlîter paqij kiriye. Şamî, got: “Di şer de 18 çete hatin kuştin û 4 endamên Dîfa El Wetenî hatin girtin.”    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' degundê Hewayî, beşeke mezin a gundê Teyana û bajarokê Zîbanê yên Dêrazorê ji komên paramîlîter paqij kir. Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSD’ê Ferhad Şamî têkildarî encamên dawî agahî parve kir. Şamî, da zanîn ku operasyona leşkerî ya li djiî şaneyên DAIŞ’ê û komên çekdar ên sûcdar a li navçeya Zîbanê berdewam dike.   Şamî, diyar kir ku dibe di çend saetên pêş de şer li navenda navçeya Zîbanê bi dawî bibe û wiha got: “Komên çete ber bi aliyê rojavayê çemê Firatê ve reviyan. Li gund û taxên navenda navçeya Zîbanê 18 çete hatin kuştin û 4 çeteyên Dîfa El Wetenî jî hatin girtin.”