Hevşaredarê Dêrsimê yê berê Bul hate berdan 2023-09-05 14:32:39     ENQERE - Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bul ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, hate berdan.    Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bul ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin û di sala 2016’an de hatibû girtin, tehliye bû. Bul, di 17’ê mijdara sala 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dêrsimê 8 sal û 9 meh cezayê hefsê lê biribû. Bul, ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Sîncanê hate berdan.    Bul, li pêşiya girtîgehê ji hêla Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Cengîz Çîçek, rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê, endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê û malbata xwe ve hate pêşwazîkirin.    Bul dê îro biçe bajarê xwe Dêrsimê.