Parêzer Uçar a ji bo îfadeyê çû edliyeyê hate binçavkirin 2023-09-05 13:29:44   STENBOL - Parêzer Sezîn Uçar ku ji bo îfadeyê çû Edliyeya Çaglayanê hate binçavkirin.    Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) Sezîn Uçar ku ji bo îfadeyê çû Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê hate binçavkirin. EHB’ê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev agahî parve kir: “Em ê pratîka parêzertiyê ya EHB’ê biparêzin. Çi dibe bila bibe em ê rêya xwe bidomînin. Banga me ya ji bo hempîşeyên me ye, ev êriş ne tenê li dijî OHD-EHB’ê ye, li dijî tevahiya parastinê ye.”