Danişîna Aysel Tûglûk hate taloqkirin 2023-09-05 12:19:10   AMED - Danişîna Aysel Tûglûk ku ji ber nexweşiya demansê piştî cezayê wê hatibû taloqkirin hatibû berdan, derbarê wê de ji “endamtiya rêxistinê” dozeke din hatibû vekirin, hat taloqkirin.    Siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk ku ji ber nexweşiya demansê piştî cezayê wê ji ber tedawiyê hate taloqkirin derbarê wê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dozeke din hate vekirin. Danişîna doza Tûglûk a li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin, hate taloqkirin.    Di danişîna ku parêzeran hincet nîşandan û tev li nebûn de dadgehê biryar da ku li benda encama biryara 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ya têkildarî dozeke din a derbarê Tûglûk de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hatiye vekirin, bi doza li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê re bê yekkirin bê mayîn.    Danişîn taloqî 23’yê mijdarê hate kirin.