Cezayê hefsê li rojnamevan Nazila Marofian hate birîn 2023-09-05 10:51:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojnameger Nazîla Maroofîan ku ji ber hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re kiriye heta niha 4 caran hatiye girtin, salek cezayê hefsê û 15 milyon tumen cezayê pere hate birîn.   Rojnameger Nazîla Maroofian ji ber ku bi bavê Jîna Emînî re hevpyevîn kiriye, di 30’ê tebaxê de cara 4’emîn hate girtin. Li Maroofian a li Tehranê tê darizandin salek cezayê hefsê û 15 milyon tumen cezayê pere hate birîn.    5 ROJ IN DI ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE   Maroofian a ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hate derbkirin, li ser derbarê peywîrdarên ew derbkirin de tu kirarî nehatin kirin di 1’ê îlonê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Rojnamevan Maroofian di Girtîgeha Evînê de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomîne.