Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan şewba girûyê 2023-09-05 09:05:06     ENQERE - Girûya li qawîşa girtiyên edlî yên tên xebitandin a Girtîgeha Jinan a Sîncanê dest pê kir, li nava gelek girtiyan jî belav bû. Îdareya girtîgehê ragihand ku girû bi rêya gardiyanan belav bûye. Îdareya girtîgehê tu tevdîr negirtine.    Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê şewba girûyê belav bû. Şewba girûyê ku li qawîşa girtiyên edlî ku tên xebitandin dest pê kir (a ji girtiyên edlî yên xwarinê belav dikin, paqijiyê dikin û di kantînê de dixebitin pêk tê) li gelek qawîşan belav bû. Heya niha gelek girtî di karantînayê de ne û li şûna karkerên xwarinê belav dikin ên nû hatine peywirdarkirin. Îdareya girtîgehê ku di destpêka girûyê de tu daxuyanî belav nekirin, di heman demê de tu tevdîr jî negirtin. Gardiyana ku her hefte fîleya kincan ji qawîşan berhev dike, got: "Li girtîgehê şewba girûyê heye. Dixwazî kincên xwe nedin. Ji ber ku hemû kinc di heman makîneyê de tên şûştin." Gardiyanên ku me jê pirsî ka tevdîr hatine girtin yan na, got: "Ji xeynî hişyariya ji bo kincan tu tevdîrek nehatiye girtin."    Di vê pêvajoyê de girtiyeke ku ji ber birîneke pişta xwe çû beşa Cildiyeyê ya Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê jî, bijîşk bêyî ku testekê bike ji bo bîrîna wê teşxîsa girûyê danî. Girtî û yên di qawîşa wê de, hefteyekê hatin karantînakirin. Paşê car din test hat kirin, lê derket holê ku ne şewba girûyê ye.    Girtiyan ji bo vê bang li odeya bijîşkan û rêxistinên mafên mirovan kirin û xwestin lêkolîn bê kirin û şandeyek bê şandin.    MA / Dîcle Muftuoglû