Bav Yilmaz Ûzûn: Rêya wan rêya me ye, xeyalên wan xeyalên me ne 2023-09-05 09:04:01   ERZIROM - Îbrahîm Ûzûn ku cenazeyê kurê xwe Yilmaz Ûzûn di qutiyekê de teslîm girt, wiha got: "Ez li ser hestiyên kurê xwe soz didim, em ê dest ji vê rêçê bernedin. Rêya wan rêya me ye, xeyalên wan xeyalên me ne."    Di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de ku li çar aliyên cîhanê mirov daxwazên xwe yên ji bo aştiyê bilêv dikirin, li Erziromê dîmeneke belav bû rûyê qirêj ê şer careke din da der. Hestiyên Yilmaz Ûzûn (Tolhildan Tekman) ê HPG'î ku di 2020'an de li Sêrtê tevî 5 hevalên xwe di êrişeke hewayî de jiyana xw eji dest dabû, piştî 3 salan di qutiyekê de radestî bavê wî hatin kirin.    POLÎS: DÊ HIN KES WERIN BIBÊJIN KURÊ WE MIRIYE   Bav Îbrahîm Ûzûn, anî ziman ku kurê wî li Stenbol û Amedê xebatên siyasî bi rê ve birine û paşê di sala 2019'an de tevli HPG'ê bûye. Bav Yilmaz ku bi peyva "heval" xîtabî kurê xwe dike, got: "Dilnerm bû, lê şervan bû. Li ber neheqiyê serî neditewand û xwedî vîneke xurt bû. Tevlî xebatên ciwanan dibû, di her têkoşînê de hebû."    Bav Ûzûn diyar kir ku piştî çûna kurê wî zextên li ser wan jî zêde bûne û got ku di sala 2020'an de polîsan bi israra telefonî hevjîna wî kirine û gotine, "'Herin Amedê li ber HDP'ê rûnên.' Lê ji ber ku me qebûl nedikir zêde bi ser me de dihatin. Ji me re digotin 'Herin ber HDP'ê, dê di warê maddî û manewî tu pirsgirêkên we çênebin, dê meaşê we her duyan jî çêbibe. Me otêl girtiye ji bo malbatan. Tenê hûn ê li wir li ber kamerayan bin an jî gava hin kes hatin ji we pirsîn hûn bibêjin em zarokê xwe ji partiyê dixwazin.' Me tu carî ev teklîfên bêexlaq qebûl nekirin û em ê nekin jî. Bi israr her roj dihatin malê, digotin 'Ger hûn neçin be rHDP'ê dê hin kes werin bibêjin kurê we miriye.' Bi vî awayî dixwazin me bitirsînin."    'KURÊ MIN QAMDIRÊJ BÛ, DI QUTIYEKE BIÇÛK DE TESLÎM KIRIN'   Bav Ûzûn wiha axivî: "Bi tu awayî xeber nedan me û her çar malbatên din û zarokên me li Goristana Bêkesan defin kirin. Em çûn Sêrtê û me dxwazname da. Ewilî daxwazname qebûl nekirin. Serê sibehê em birin nav erdekî beyar. Goreke dûz rê me dan û gotin, 'ev kurê te ye.' Gorê bi kemçeyê vekirin. Paşê min bi bi bivir erdê kola. Tenê qutiyek hestî dan min. Kurê min qamdirêj bû, lê wî di qutiyeke biçûçik de teslîmî min kirin. Tişta ku kirin ne exlaqî bû. Ne exlaqî ye ku meriv di hundirê qutiyekê de hestiyên kurekî bide bavê wî."    'SOZ DIDIM'   Bav Ûzûn diyar kir ku piştî ku cenazeyê xwe wergirtin bi awayekî "kêfî" rastî gelek astengiyên dewletê hatine û got: "Her tim polîsan astengî didan ber me. Nasnameyê kontrol dikirin, li rapora definkirinê dipirsîn. Min cenaze saet di 11'an de wergirt, lê em ancax saet di 18.30'an de gihîştin cihê xwe. Me cenaze di tarîtiyê de veşart û gava em ketin gund zext zêde bûn. Gund dorpêçkirî bû. Wesayîta cenaze nedan, telefonî mele kirin gotin 'ji gund derkeve.' Ji xeynî malbatê nehiştin tu kes cenaze defin bike. Her tim hewl didan me bitepisînin, lê em tepisiyan. Em ê tu carî serî netewînin. Em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin. Ew rûmeta me ne. Ez li ser hestiyên kurê xwe soz didim, em ê dest ji vê rêçê bernedin. Rêya wan rêya me ye, xeyalên wan xeyalên me ne. Bila ev soza me be ji bo wan."    'DIVÊ EXLAQEKÎ ŞER HEBE'   Bav Ûzûn anî ziman ku li cîhanê şerekî bêdawî heye, lê belê di şerê li Tirkiyeyê de exlaqekî şer nemaye. Ûzûn wiha axivî: "Divê rêz li miriyan bê girtin. Lê rêza van ne ji bo miriyan ne ji bo saxan heye. Armanca wan tenê ew e ku êşê bidin kişandin. Sê roj in îmamê gund nexuya ye, sê roj in li vî gundî azan nayê xwendin. Ma mirov ev qasî bêwijdan dibe? Me li vir bi xwe mala xw eya şînê çêkir, lê nehiştin em wê jî bi kar bînin. Gava mesele kurd bin, nahêolin têkevin mizgeftan jî."    'EM Ê DEST JI VÊ RÊÇA BIRÛMET BERNEDIN'   Bav Ûzûn bang li raya giştî kir ku her kes empatiyê bike û got: "Cenaze di hundirê qutiyekê de didin abvekî, hestiyên perçekirî... ev dê hiseke çaw ali we peyda bike? Êşeke bêpênase ye. Tu parçeyên canê xwe di qutiyekê de dibînî. Desthilata heyî ji bo gelê me dest ji doza xwe berde serî li her tiştî dide. Çi qas rêyên qirêj hebin, serî li wan didin. Lê me soz daye şehîdan, em ê dest ji vê rêça birûmet bernedin."