Seroka Giştî ya Egîtîm-Senê:Armanca wan zarokan tev li nava komele û weqfên olî bikin 2023-09-05 09:02:56 AMED - Seroka Giştî ya Egîtîm-Senê Necla Kûrûl bal kişand ser protokola ÇEDES’ê û destnîşan kir ku dixwazin zarokan bi rêya olî bigirin bin zextan û wan tevli nava qadên olî bikin.   Rewşa Tirkiyeyê ya siyasî di van salên dawî de ber bi îslama siyasî ve diçe û piştî hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê partiyên îslamî di meclisê de zêde bûn. Niha jî Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB), Wezareta Ciwan û Werzîşê û Serokatiya Karên Diyanetê bi hev re projeya bi navê “Ez li Hawirdora Xwe Baldar im, bi Nirxên Xwe Xwedî Derdikevim” (ÇEDES) dixwaze di bin navê “şêwirmendiya manevî” de mele, muezîn, waîz, pisporê xizmetên olî peywirdar bike û perwerdekarê Qur'anê tayîn bike.    ‘LI PIŞT VAN SAZIYAN KOMELE Û WEQFÊN OLÎ HENE’   Seroka Giştî ya Egîtîm-Sen’ê Necla Kûrûl, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û bertek nîşanê tayînkirina “şêwirmendiya manevî” da. Kûrûl, destnîşan kir ku bi navê “Ez li Hawirdora Xwe Baldar im, bi Nirxên Xwe Xwedî Derdikevim” qada perwerdehiyê bi rê û rêbazên olî dîzayn dikin. Kûrûl, anî ziman ku ev yek projeyeke endezyariya civakê ye û wiha domand: “Her çawa be Serokatiya Diyanetê gelek hêlan ve dest bi mûdaxaleyê qada perwerdehiyê kir. Niha jî Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB), Wezareta Ciwan û Werzîşê û Serokatiya Karên Diyanetê protokolek îmze kirine û ev protokol bêdem e, heta kengî berdewam dike kes nizane. Ev protokol di nava xwe de hemû bajaran dihewîne û cihê destpêkê jî Îzmîr bû. Di 842 dibistanan de di bin navê şêwirmendiya manevî de rê ji bo mele, waîz, muezîn û xebatkarên olî vekirin. Dixwazin li vir çibikin? Di dîtinê de saziyên civakî hene lê em dizanin di pişt van saziyan de komele û weqfên olî hene. Protokolên pêşiya vê jî rasterast ev komele û weqf hebûn.”   ‘MUDAXALEYÊ MAFÊ ZAROKAN Ê PERWERDEHIYÊ YE’   Kûrûl, da zanîn ku ev kesên di bin navê mele, waîz, muezîn de tên, dixwazin zarokan ji dibistanan bigirin û tev li qadên xwe bikin. Kûrûl, diyar kir ku ev qad, qadên Diyanetê bixwe jî bin, ev yek mudaxaleyê mafê zarokan ê perwerdehiyê ye û bi domdarî wiha got: “Dixwazin zarokan bi rêya olî bigirin bin zextan. Azadiya olî û wijdanî ji bo me hemûyan girîng e. Desthilat rê li ber ol û mezhebeke diyar vekir ku hemû bawermendên ol û mezhebên heyî tune bihesibîne û pêşiya pêvajoya ku şagirtan bi destê kamuyê dibe van komele û weqfên olî vekir.”   DÊ 16’Ê ÎLONÊ LI ÎZMÎRÊ MITÎNGEKÊ LI DAR BIXIN   Kûrûl, destnîşan kir ku ew ê di 16’ê îlonê de li Îzmîrê bi mitîngekê ji ÇEDES'ê re bibêjin na û perwerdehiyeke wekhev, hemwelatîbûna wekhev bixwazin. Kûrûl, da zanîn ku ew ê hewl bidin daxwazên xwe bi awayekî zelal ji raya giştî re vebêjin û wiha got: “Em ê raya giştî hişyar bikin û hewl bidin bala wan bikşînin ser vê mijarê. Lê em ê ji hikûmetê re bibêjin dev ji ÇEDES'ê berdin, ji ber ku di warê perwerdehiyê de dersa olî û zanîna exlaqî jixwe heye û mamosteyên wan di fakulteya perwerdeyê de tên perwerdekirin. Em dibêjin rê li ber zarokên me vekin ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiya civakî, zanistî, laîk, demokratîk, wekheviya zayendî, ekolojîk, belaş bibînin. Ev pêşniyar ew qas berfireh e ku dikare bigihîje her dê û bav.”   ‘EM Ê BERSIVA XWE LI QADA MITÎNGÊ BIDIN’   Kûrûl, da zanîn ku sedema destpêkirina projeya ÇEDES'ê ya li Îzmîrê girêdayî jiyana wan ya li gor cihên din sekûler e û dibe ku ji bo bertekên tên bibînin jî wisa kiribin. Kûrûl, destnîşan kir ku ji sala 2018’an heta sala 2021’an ve amadekariya vê protokolê dikin û 2021’an de jî protokol îmze kirin. Kûrûl got ku lewma ew yekem mîtînga xwe li Îzmîrê li dar dixin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê bersiva şandina wan memûrên olî yên ji bo 842 dibistanan, li qada mitîngê bidin. Bêguman em bi vê yekê razî nabin, ger ev pêvajo bidome, em ê li ser lidarxistina civînên xurt bixebitin ku civaka Stenbol, Enqere û parêzgehên din agahdar bikin. Di van mitîngan de ne tenê Egîtîm-Sen, komeleyên elewiyan, Weliyan, Komeleyên Mafên Mirovan, Komeleyên Mafên Zarokan, Navendên Civakî, Rêxistinên Jinan.”   MA / Bazîd Evren