Biraziyê şaredarê AKP'î rojnameger derb kir û gefa kuştinê lê xwar 2023-09-04 14:45:17   RIHA - Rojnameger Mehmet Karakeçîlî ku ji aliyê biraziyê Şaredarê Wêranşarê ve hatibû derbkirin bi lêv kir ku biraziyê şaredar gefa kuştinê li wî xwariye û jê re wiha gotiye: “Heke tu derbarê şeredariyê de binivîsî tu dê bimirî.”   Qeymeqamê navçeya Wêranşar a Rihayê ji ber tayina wî derket di 29’ê tebaxê de li navçeyê xwarina xatirxwestinê da. Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Vîran Tv’yê Mehmet Karakeçîlî yê beşdarî xwarinê bibû dema piştî xwarinê ber bi wesayîta xwe ve meşiya rastî êrişa Îsmaîl Ekîncî yê parazvan û di heman demê de biraziyê Şaredarê Wêranşarê Salîh Ekîncî hat. Êrişkar Îsmaîl Ekîncî qontaxa çekê ber çavê Karakeçîlî da û ew derb kir. Piştî derbkirinê Karakeçîlî rakirin nexweşxaneyê. Karakeçîlî ku ji ajansa me re axivî bi lêv kir ku berpirsyarên êrişê Şaredar Salîh Ekîncî û Serokê Odaya Ziraetê yê Rihayê Bahrî Ekîncî ye.   ‘SEDEM NÛÇEYÊN DERBARÊ ŞEREDARIYÊ DE NE’   Karakeçîlî, diyar kir ku sedema êrişê nûçeyên wî yên derbarê şeredariyê de bûne û wiha got: “Di 4'ê sibatê de hilbijartina serokatiya Odaya Zîraatê hebû. Yek ji namzetê serokatiyê xezûr û apê şaredar Îsmîl Ekîncî, Bahrî Ekîncî bû. Me jî wisa bihîst ku şaredariyê ji delegeyên ku serokatiyê hildibijerin re gotiyê ‘heke hûn Bahrî Ekîncî bikin serok, em jî dê di şaredariyê de kar bidin xizmên we.’ Di hilbijartinan de Bahrî Ekîncî bi serket û piştî 2 rojan di 6'ê sibatê de Şaredariya Wêranşarê 150 kes girtin kar. Me jî lêkolîn kir ku paşnavê yên ku ketine kar û yên di hilbijartina Odaya Zîraatê de delegebûne ji hev digirin. Li ser vê me jî nûçe çêkir. Herî dawî jî şaredar 4 zewiyên li Senayiya Wêranşarê girtine ser xwe, me jî nûçeya wê çêkir. Piştî wê nûçeyê şaredariyê gefên êrişê li min xwarin.”   ‘EWLEHIYA MIN TUNE YE’   Bi domdarî Karakeçîlî destnîşan kir ku jiyana wî ne di ewlehiyê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şaredariya Wêranşarê ji bo çekirina rêyan 30 wesayit kirê kirin lê di wan wesayitan de tenê 15 wesayit dan xebitandin û yên din jî dan sekinandin. Min jî wêneyê wan kişand û ji şaredariyê re pirs kir, gelo heke pêdiviya şeredariyê ji wesayitan heye çi ma ew wesayît li vir danê sekinandin an jî heke pedivî bi wesayitan tune ye çima 30 wesayît kirê kirin û pereyên şaredariyê wisa berhewa xerç dikin. Lê ji aliyê şeredariyê ve ev pirsên min nehatin bersivandin. Herî dawî jî ev êriş çêbû. Edî ez nizanim ji bo ku min nûçe derbarê şaredariyê de çêkirinê dê çi bê serê min, ewlehiya jiyana min tune ye.”   ‘ÊRIŞKAR HAT BERDAN’   Karakeçîlî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êrişkar hate binçavkirin lê dozger dest danî ye ser çeka wî ya birûhset û ew bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar kir. Lê tevî vê yekê dadgeha nobedar bi biryara şertê kontrola edlî ew berdaye. Divê ev êriş bêceza nemîne ji ber ku necezakirin rê li ber van tiştan vedike. Banga min li Serokkomar û Wezareta Dadê jî ew e ku zextên li ser çapemeniyê rakin û bihêlin bila rojnameger ji tiştên rast re bêj in rast yên ne rast re jî bikarê bêje nerast e.”   MA / Mahmût Altintaş