Eşîra ereb a Tewadifê piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re ragihand 2023-09-04 12:59:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Eşîra Tewadifê ya ereb a li Reqayê piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re ragihand û wiha got: “Me gelek caran bang li HSD’ê kir ku kesên destdirêjiyê li ewlehiya welêt dikin, tune bikin. Em bi HSD’ê re ne.”    Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo bêbandorkirina hucreyên DAIŞ’ê û bazirganên tiryakê dest bi “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” kiribû. Bi destpêkirina operasyonê re hemwext artêşa tirk û komên wê yên paramîlîter jî li dijî Girê Spî, Eyn Îsa, Til Temir û Minbicê dest bi êrişê kirin. Di heman demê de dewleta tirk hewl da operasyona HSD’ê weke “şerê di navbera HSD û eşîrên ereb ên herêmê” nîşan bide. Lê roj bi roj hejmara eşîrên ereb ên li herêmê yên piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re radigihînin zêde dibe.    Eşîra Tewadifê ya li Reqayê jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re ragihand. Daxuyanî li eywana mala serokeşîra Tewadifayê Îbrahîm El Arûnî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li dijî xiraber, kesên derveyî qanûnan tevdigerin û yên ku hewl didin aramî û îstiqrarê herêmên Rêveberiya Xweser têk bibin, em radighînin ku em bi hêzên xwe Hêzên Sûriyeya Demokratîk re tevdigerin.”   ‘KESÊN EWLEHIYA WELÊT XERAB DIKIN TUNE BIKIN’   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji roja damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û heta niha em banga yekitiyê li tevahiya pêkhateyên civaka herêmên xwe dikin. Me timî bang li HSD’ê dikir ku li dijî şaneyan û hişbirê têbikoşe, ewlehî û aramiya herêmê biparêzin û kesên ku hewl didin destdirêjiyê li ewlehiya welat dikin, tune bikin.”