DEDAŞ’ê li gundê Tilvaqiyê dîsa trafo jêkirin 2023-09-04 12:01:39   AMED - Tîmên DEDAŞ’ê ku bi leşkeran re îro serê sibê çûn gundê Tilvaqî yê girêdayî navçeya Erxeniyê dîsa trafoyên gundiyan jêkirin.   Tîmên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li gundê Tilvaqî yê girêdayî navçeya Erxenî ya Amedê trafoyên ku gundiyan ji bo birinca xwe av bidin danabûn, di 4’ê tebaxê de bi komeke leşkeran re rakiribûn. Şeniyên gundê Tilvaqî dan zanîn ku îro serê sibê tîmên DEDAŞ’ê bi komeke leşkeran re bi hinceta “ceyrana qaçax bi kar tînin” çûne gundê wan ê 60 xanî lê hene û hewl didin trafoyên gundiyan ên mayî rakin. Gundiyan anîn ziman ku tîmên DEDAŞ’ê bi leşkeran re serê sibê saet dora 06.00’an hatine gund û dest bi jêkirina trafoyan kirine. Gundiyan diyar kirin ku heta niha 8 trafo hatine jêkirin.   Hate diyarkirin ku ji bo leşker trafoyên gundiyan jênekin gundî derketine ser stûnan û nahêlin trafoyên wan bên jêkirin. Her wiha hate zanîn ku niha ceyrana hemû gund hatiye birîn û ji ber birîna ceyranê av jî qût bûne. Di dîmenên gundiyan kişandine de tê dîtin ku hejmareke pir zêde leşker niha li gundê Tilvaqî ne.