Profesorê kurd ê piştgirî dabû çalakiyên li Îranê ji kar hate avêtin 2023-09-04 11:45:29   WAN -  Serokê Enstîtûya Lêkolînên Xebatên Kurdistanê yê berê û ji profesorên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kurdistanê ya li Sinê Dr. Behrouz Chamanara ji kar hate avêtin.   Wezareta Perwerdeyê ya Îranê, Serokê Enstîtûya Lêkolînên Xebatên Kurdistanê yê berê û ji profesorên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kurdistanê ya li Sinê Dr. Behrouz Chamanara ji kar derxist. Behrouz Chamanara têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Ji ber sedemên ne zanistî û akademîk nêzikatiyeke neyînî li dijî min heye. Têkildarî rewşa min a giştî ji Koordînasyona Daîreya Ewlekariyê ya Zanîngehê û Daîreya Enformasyona Giştî nivîsek hat. Li ser telefonê ji min re biryara dîskalîfiyeya peywira min a hîndekariya zanîngehê hate ragihandin.”    JI BER KU PIŞTGIRÎ DABÛ ÇALAKIYAN HATIBÛ GIRTIN    Dr. Chamanara zexta li ser xwendekarên zanîngehê yên piştgirî didan çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” protesto kiribû û di 5’ê kanûna 2022’yan de hatibû girtin. Demek piştre jî hatibû berdan.