ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-04 09:00:17   * Parêzeran diyar kir ku neberdana girtiyên nexweş siyasî ye, xwestin girtiyên nexweş bê şert û merc bên berdan.    * Serhat Ertak ku 32 sal in li bavê xwe digere diyar kir ku dewlet ji hevrûbûna kiryarên xwe direve û got: “Em ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin.”    * Dayika Cemîle Çagirga, Emîne Çagirga ya ku cenazeyê keça wê 11 roj di sarincê de ma diyar kir ku ew 8 sal in li benda edeletê ne û got: "Edeletê mala xwe bar kir û çû nemaye li van deran. Nizanim ku ve çû. Edelet ket ava Çemê Dîcleyê çû, yan kete ava Çemê Firatê çû, ez jî nizanim. Edelet nema heke heba niha pirsgirêka kurd çareser bûba."    * Aborînas Mert Buyukkarabacak diyar kir ku budçeya ku hikûmetê ji bo şer xerc kiriye jiyana mirovan kiriye dojeh û diyar kir ku ji bo welatekî mirov dikare lê bijî divê çîna karkeran têkoşîna li dijî şer bişopîne.   * Qeyûma Şaredariya Cizîrê Nazli Demîr bi şert Mala Dengbêjan a dîrokî dewrî Midûriyeta Perwerdehiya ya Navçeyê kir.    * Rûniştina yekemîn a danişîna 31’emîn a Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)   *Danişîna doza derbarê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Ergîn Çaglar de hatiye vekirin, dê li 58’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)   * Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ê li Êlihê di êrişa 4’ê îlona 1993’yan de hate qetilkirin, dê bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz li ser gora xwe were bibîranîn. (11.00-15.00)   * Şaxên OHD, ÎHD, ÇHD û Koma Hiqûqnasên Ji Bo Edaletê yên Îzmîrê têkildarî vekirina sala edlî dê li ber Deriyê C yê Edliyeya Îzmîrê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku Malbata Şenyaşar li ber Wezareta Dadê didomîne di roja 40’emîn de berdewam dike. (13.30)   * Texrîbkirina kevirên goran ên li Goristana Zevyê ya Sêrtê dê li ber goristanê were şermezarkirin. (14.00)