Şewata li Licê hat vemirandin 2023-09-03 19:02:35 AMED - Li gundê Fîsê yê navçeya Licê li qada daristanê şewat derket û piştî mudaxileya tîmên agirkujiyê û gundiyan şewat hat vemirandin.  Li çoltera gundê Fîsê yê bi ser navçeya Licê ya Amedê ve li qada daristanê şewat derket. Nehat zanîn ku şewat bi çi rengî derketiye. Hat ragihandin heta ku tîmên agirkujiyê gihîştiye gund, agir gihîştiye ber gundan û paşê mudaxile kirin e. Şewat bi piştevaniya gundiyan jî di demek kin de hat vemirandin.