DBP û HDP’ê li Rihayê silha du malbatan kirin 2023-09-03 16:20:33   RIHA -  DBP û HDP’ê li Rihayê silha malbatên Çelîk û Toprak ku di navbera wan de dijminatî hebû kirin.    Li gundê Bunalçik ê navçeya Hewagê ya Rihayê malbatên Çelîk û Toprak ku xizmên hev in ji ber zeviyan lihev nekiribûn, bi şer çûbûn û di navbera wan dijminatî hebû. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê jî her du malbat anîn gel hev û xwarinek da. Her du malbat pêk hatin û silha wan hate kirin.