Li Kadikoyê çalakiya 1'ê Îlonê: Divê desthilatdarî dest ji polîtîkayên şer berde 2023-09-03 16:08:29 STENBOL - Bi pêşengiya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê bi sedan kes kom bûn û banga aştiyê kirin û xwestin desthilatdarî dest ji polîtîkayên xwe yên şer berde.  Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Îskeleyê ya navçeya Kadikoyê bi dirûşma "Ji bo aştiyek civakî, jiyanek wekhev û azad" daxuyaniyek girseyî li dar xistin. Bi sedan kes tev li çalakiyê bûn û pankart, dovîz û dirûşmên ku daxwaza aştiyê dikirin hatin hildan û berzkirin. Dayikên Aştiyê jî bi laçikên xwe yên spî di çalakiyê de cih girtin.    POLÎSAN XWEST DOVÎZA 'TECRÎD'Ê ASTENG BIKE   Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ku xwestin bi dovîzên "Ji bo aştiyê ji tecrîdê re na" bikevin qadê ji aliyê polîsan ve astengiyê re rû bi rû man. Li ser israr û berteka parlamenteran dovîzan li gel xwe birin qadê.    Di çalakiyê de ji bo kesên di têkoşîna azadî û aştiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin.     ‘DEST JI POLÎTÎKAYÊN ŞER BERDIN'    Dayika Aştiyê Bedîa Gokguz di çalakiyê de axivî û ewilî ji ber polîtîkayên desthilatdariyê li Kurdistanê dimeşîne û dibe sedema mirina mirovan şermezar kir. Gokguz wiha got: "Em dibêjin heta ku em Dayikên Aştiyê hebin, heta ku em têkoşîna aştiyê ya bi rûmet a kesên jiyana xwe ji dest dane negirin, em ê dest ji têkoşînê bernedin.” Gokguz bang li hikûmetê kir ku dev ji polîtîkayên şer û îşkenceya li ser cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane berde.   'EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ BERNEDIN'    Seroka Şaxa Egîtîm Senê ya Jimara 3'yan a Stenbolê Ayfer Koçak li ser navê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê daxuyanî xwend. Koçak bang li desthilatdariyê kir ku demildest dev ji polîtîkayên şer ên li Kurdistanê û seranserî Tirkiyeyê berde û rê li ber polîtîkayên aştiyê veke. Koçak daxwazên ji bo aştiyê rêz kir û destnîşan kir ku ew ê dest ji têkoşîna aştiyê bernedin.