Konferansa ‘Ciwan Azadiya Rêbertiyê Dixwazin’ dest pê kir 2023-09-03 16:04:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa ji hêla ciwanên kurd û enternasyonalîst ve bi dirûşma “Ciwan Azadiya Rêberiyê Dixwazin” li Almanyayê tê lidarxistin dest pê kir.    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin zêdetirî 30 meh in tu agahî nayên girtn. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, ciwanên kurd û enternasyonalîst bi dirûşma “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” çalakî dabûn destpêkirin. Di çarçoveya van çalakiyan de ciwanan li bajarê Dortmund ê Almanyayê konferansek li dar xist. Ji welatên Almanya, Swîsre, Fransa, Îtalya û Ingilistanê bi dehan ciwan tev li konferansê bûn. Eywana konferansê bi wêne û gotinên Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.    Her wiha di konferansê de stanteke ku pirtûkên Abdullah Ocalan lê dihatin firotin jî hate vekirin. Konferans bi dirûşma “Bi ciwanên rêxistinkirî re ber bi azadiya Rêbertiyê ve” hate lidarxistin û bi rêzgirtinê dest pê kir.    ‘CIWAN HÊZA HERÎ ÇALAK E’   Piştre jî Sercan Aydin axivî û bal kişand ser rola pêşengiyê ya ciwanên kurd û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hêza herî çalak e. Aydin wiha domand: “Weke ku tê zanîn piştî vê konferansê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hûn ê meşe ji bo hefteyekê lidar bixin. Girîngiya vê meşê wê roleke bingehîn a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. Ya ku dikeve ser milê we ciwanan ew e ku Rêber Apo hîn bêhtir nas bikin, girseyî bikin û bixin meriyetê. Li ser vê bingehê her çalakiyek girîng e û armanceke xwe heye. Li ser vê bingehê çalakiya ku hûn ê bi dirûşma 'Rêwîtiya azadiyê' lidar bixin, gelekî girîng e. Ji niha ve serketinê ji çalakiya we re dixwazim.”    Piştî axaftina Aydin, sînevîzyoneke ku pergala tecrîdê ya li Girtîgeha Îmraliyê li ser Abdullah Ocalan tê ferzkirin vedibêje hate pêşandan.    Konferans dê ji rûniştinan pêk bê û di bernameyê de muzîk û govend jî heye.