Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Til Temirê dikin 2023-09-03 10:25:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê êrişî gundên Til Temirê dikin. Li herêmê pevçûnên dijwar hene.    Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); artêşa tirk û komên wê yên paramîlîter îro di danê sibehê de ji bejahî ve êrişî gundên Tawila, Til Tewir û Xemsîn ên girêdayî Til Temirê kirin.   Hat zanîn ku Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî bersivê dide êrişan. Li gorî agahiyan, li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin.