Li Çamiliyê 3 kesên binçavkirî hatin berdan 2023-09-02 14:14:54 WAN - Li gundê Çamilî yê bi ser Qelqeliyê ve ku 3 kes lê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li gundê Çamilî yê bi ser navçeya Qelqeliya Wanê ve leşkeran devera gund bombebaran kiribûn û 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Li wir 3 şêniyên ji gund hatibûn binçavkirin. Ev du roj bû Omer Kiliççeken û lawê xwe Samî û Abdurrahman Bedîr li Fermandariya Leşkeriyê ya Wanê dihatin ragirtin, îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê îfadeya her sê kesan girt û bi şertê kongrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar kir. Dadgeriyê îfade girtin û her sê kesan bi şertê kontrola edlî berda.