Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernedin 2023-09-02 12:33:05 STENBOL - Dayikên Şemiyê tevî hemû astengiyan di hefteya 962'yemîn a çalakiya xwe de ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Peyama dê ew dest ji lêgerîna windayan bernedin hat dayîn.  Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê tevî hemû astengiyan di hefteya 962'yemîn a çalakiya xwe de ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Du meşên cuda hatin kirin. Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqubeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin têkoşîna xwe vê hefteyê jî berdewam kirin.    Gelek kes tev li çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê bûn. Li ser biryara "qedexe ye" ya Qeymeqamtiya Beyogluyê gelek polîs vê hefteyê jî hemû kuçeyên derdikevin Qada Galatasarayê û Cadgeya Îstîklalê girtin û dorpêç kirin.    DÊ DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN    Tevî ku Dadgeha Destûrî  (AYM) biryara "binpêkirinê" daye jî ev 22 hefte ne ku kombûna Dayikên Şemiyê ya li qadê tê astengkirin. Dayika Şemiyê Hanife Yildiz, Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yoleri, endamên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê, parêzvanên mafên mirovanhatin gel hevdu. Li vir girseyê xwest ber bi qadê ve bimeşe lê belê polîsan girse dorpêç kirin. Girseyê bertek nîşanî vê bêhiqûqiyê da. Polîsan ji pişt ve destên çalakvanan kelepçe kirin û ew kirin binçavan. Di vê navberê de Dayika Şemiyê Hanife Yildiz a kurê wê Murat Yildiz di binçavan de hatiye windakirin diyar kir ku ew ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernede ya lêgerîna edaletê bernedin.    QEDEXE DÊ NIIKARIBE TÊKOŞÎNÊ ASTENG BIKE    Keça Fehmi Tosun ê di sala 1995'an de hat windakirin, Besna Tosun biryara AYM'ê bi bîra polîsan xist û da zanîn ev mudaxile bêhiqûqî ye. Polîsan jî ji Tosûn re gotin qeymeqamtiya Beyogluyê qedexe kiriye. Tosûn anî ziman ku ev biryara ji bo Dayikên Şemiyê bi awayekî bêhiqûqî hatiye dayin û kelepçekirina mirovan a ji pişt ve jî sûcê mirovahiyê ye. Piştre Tosun û girseyê dan zanîn wê biryara qedexeyê nikaribe têkoşina Dayikên Şemiyê asteng bike.    POLÎSAN EW ASTENG KIRIN DIKANDARAN JÎ HEQARET LI WAN KIRIN    Rojnamevanên çalakî dişopandin ji aliyê polîsan ve lêdan xwarin. Polîsan rojnamevan ji dorpêçê derxistin û demek dirêj girse di nava dorpêçê de ma. Di vê navberê de hinek dikandarên li derûdorê rojnamevan kirin hedef û heqaret li wan kirin.    DÎSA KELEMÇE Û BINÇAVKIRIN   Polîsan destê çalakvanan ji pişt ve kelemçe kirin û kirin binçavan. Kesên derûdorê yên bertek nîşanî polîsan dan jî ji qadê hatin dûrxistin. Hat zanîn ku 32 kes hatine binçavkirin û nayê zanîn wan birine kîjan qereqolê.    Navên kesên hatine binçavkirin  wiha ne: Hanîfe Yildiz, Masîde Ocak, Mîkaîl Kirbayir, Besna Tosûn, Alî Tosun, Alî Ocak, Gulseren Yolerî Leman Yurtsever, Îsmaîl Yucel, Hasan Karakoç, Hatîce Onaran, Davut Arslan, Begalî Kurnaz, Taylan Bekin, Dogan Ozkan, Huseyîn Aygulş, Salîm Derlîoglû, Fatma Akaltun, Dogû Kaan Uçan, Roza Kahya, Semîha Ari, Evrîm Şerîfoglû, Nazim Dîkbaş, Asli Tokanay, Omer Kavran, Esra Yilmaz, Denîz Aytaç, Mete Demîrcîgîl, Ruya Kurtuluş, Alî Şahîn, Funda Şahîn, Perîhan Denîz.