Parêzer Yamar: Ez wekî hiqûqnasekî dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim 2023-09-02 09:03:57   STENBOL - Parêzer Ferdî Yamar diyar kir ku divê baro tecrîda Îmraliyê ji Wezareta Dadê bipirsin û got ku wekî hiqûqnasekî ew dixwaze hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bike.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de tê tecrîdkirin, 30 meh in tu xeber nayê girtin. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê Parêzer Ferdî Yamar tecrîda li Îmraliyê nirxand.    ‘PERGAL HATIYE SEROBINKIRIN'   Yamar diyar kir ku li cîhanê tu girtî wekî Abdullah Ocalan rastî tecrîdê nehatiye û got ku Tirkiye di vî warî de hem hiqûqa navneteweyî hem hiqûqa xwe hem jî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tune dihesibîne. Yamar anî ziman ku ji ber ku Abdullah Ocalan di girtîgeheke giravê de tê girtin ev yek tecrîdê kûrtir dike û got: "Ev polîtîkayeke dewletê bû û ev polîtîka pergala xwe ya hiqûqê serobino kiriye."    ‘CEZAYÊ DÎSIPLÎNÊ JI BO HEVDÎTINÊ NE ASTENG E'   Yamar destnîşan kir ku cezayê dîsîplînê ji bo hevdîtina bi parêzeran re nabe asteng û got ku bêbertekiya li hemberî astengkirina hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re rexne kir. Yamar wiha got: "Di demên dawî de bi awayekî rûtînd ibêjin 'cezayên dîsîplînê.' Ev cezayên dîsiplînê çi ne? Mesela birêz Ocalan li wir bi tena serê xwe çi kiriye ku cezayê dîsîplînê hatiye birîn? Her wiha cezayekî dîsîplînê ku her hefte tê kirin çawa tê kirin?"    ŞIRÎKANTIYA EWROPAYÊ   Yamar anî ziman ku dewletên navneteweyî bi bêdengiya xwe hema bibêje di warê tecrîdê de bi dewleta tirk re "li hev kirine" û got ku divê biryarên DMME'yê bên kontrolkirin û ger neyên pêkanîn divê mueyideyek hebe. Yamar destnîşan kir ku bêdengiya Ewropayê ya li hemberî vê dide der ku dewletên navneteweyî bi awayekî sergirtî li hev kirine.    Yamar ku got "DMME, ji ber ku biryarên xwe nas nake, tu hukmekî hebûna wê nemaye" destnîşan kir ku divê li seranserê cîhanê bê teşhîrkirin ku Tirkiye van biryaran pêk nayne.    BÊDENGIYA CPT'YÊ    Yamar destnîşan kir ku divê CPT daxuyaniyekê bide û got ku tecrîda li Îmraliyê li seranserê welêt belav bûye. Yamar bilêv kir ku helwesta DMME'yê ya ji bo tecrîda Îmraliyê bêhiqûqî ye û got ku lê belê nepêkanîna hiqûqê peyameke polîtîk e û tecrîd berdewama polîtîkaya "neçareserkirinê" ye.    Yamar destnîşan kir ku sedemeke kûrkirina tecrîdê ya di asta navneteweyî de jî ew e ku dewlet ji fikirên Abdullah Ocalan ditirsin.    ‘EZ DIXWAZIM HEVDÎTINÊ BI ABDULLAH OCALAN RE BIKIM'   Yamar diyar kir ku wekî hiqûqnasekî ew dixwaze hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike û wiha domand: "Wekî parêzvanekî mafên mirovan û hiqûqnasekî ez bêhiqûqîtiya li Îmraliyê û tecrîdkirina li ser birêz Ocalan qebûl nakim. Ez dixwazim hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin û pêvajoya ku ew pê re rû bi rû maye wekî rapor amade bikim û wê rapora ku CPT bi raya giştî re parve nekiriye, parve bikim. Qet nebe belkî ez karibim raporeke li hemberî sedema vê tecrîd amutleq berpêş bikim. Lewma teqez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim. Armanca sereke ya vê hevdîtinê dê bo jiholêrakirina vê tecrîda mutleq be."    Yamar rexne li baroyan jî girt ku di warê têkoşîna li dijî tecrîdê de qels in û got ku divê baro li dijî tecrîdê kampanyaya îmzeyan bidin destpêkirin û wan îmzeyan berpêşî Wezareta Dadê bikin û bipirsin ku çima hevdîtin nayê kirin.    MA / Rûkiye Adiguzel